Hewlêr (Rûdaw) - Li herêmên bilind ên parêzgehên Erzirom û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê, şeva borî piştî barana gur berf bariya.
Li navenda parêzgeha Erziromê şeva borî barana gur bariya û li herêmên bilind jî berf bariya.
Pîstên Navenda Kaşûnê ya Paltokanê jî bi berfê spî bûn. Dîmenên barîna berfê yên li Paltokenê bi dronê hatin tomarkirin.
Li parêzgeha Erdexanê jî piştî barana gur, li herêmên bilind berf bariya.
Li herêma di navbera Erdexan û parêzgeha Artvînê ya Tirkiyeyê de berf zêde bariya.
Her wiha tîmên Rêyên Bejahî ji bo ku rêya deriyê sînor yê di navbera Gurcistan û Bakurê Kurdistanê de neyê girtin, dest bi xebatên paqijkirina berfê kir.



