Hewlêr (Rûdaw) - Di Kongreya Yekîtiya Mêşvanên Ereb de ya ku li Urdinê bi rê ve çû û mêşvanên 28 welatan beşdar bûn, hingivê Herêma Kurdistanê 4 xelatên zêrîn û zîvîn bi dest xistin.
Yek ji wan mêşvanên ku beşdarî kongreyê bûye Hawkar Mihemmed e.
Hawkar Mihemed îro ji Rûdawê re axivî:
"Hingivê Kurdistanê 4 xelat wergirtin ku 2 ji wan zêrîn û 2 jî zîvîn in."
Kongre bi beşdariya 28 welatan pêk hat
Di Kongreya Yekîtiya Mêşvanên Ereb de nûnerên 28 welatan amade bûn û ji Herêma Kurdistanê jî 12 kes beşdar bûn.
Kongre 1ê vê mehê dest pê kiribû û doh bi dawî bû.
Hawkar Mihemmed destnîşan kir ku wan ji bo pêşbirkê hingivê xwe ji bo kontrolkirinê şandiye Erebistana Siûdî û got:
"Ji bo pêşbirkê bi giştî 203 nimûneyên hingiv ji Erebistana Siûdî re hatibûn şandin. 3 mêşvanên me 4 nimûneyên hingiv şandin û di encamê de hingivê Kurdistanê 2 bawernameyên zêrîn û 2 yên zîvîn bi dest xistin."
Hingivê Balekayetî û Silêmaniyê serkeftî bûn
Mêşvanekî bi hingivê devera Balekayetiyê beşdarî pêşbirkê bû û 2 xelatên zêrîn û zîvîn wergirtine.
Her wiha yek ji wan hingivên din ê ku pileyeke zêrîn bi dest xistiye hingivê parêzgeha Silêmaniyê ye.
Hawkar Mihemmed da zanîn ku ew bi xwe jî bi hingivê Balekayetiyê beşdar bûye û bawernameya zîvîn wergirtiye.
Mêşvanên Herêma Kurdistanê di kongreyê de bi bilindkirina Alaya Kurdistanê bawernameyên xwe nîşan dan û serbilindiya xwe anîn zimên.
Hilberîna hingiv a li Herêma Kurdistanê
Li gorî agahiyên Tora Mêşvanên Herêma Kurdistanê, îsal dê 15 hezar mêşvan berhemê hingiv berhev bikin.
Tê çaverêkirin ku berhema îsal bigihîje du qatê sala borî û pêdivî bi hawirdekirina hingiv nemîne.
Li gorî heman torê, par li Herêma Kurdistanê 400 ton hingiv hatibû hilberandin lê tê pêşbînîkirin ku berhema îsal ji du qatan derbas bibe.
Li seranserê Herêma Kurdistanê 800 hezar kewarên nû û 35 hezar sepetên kevneşopî yên xwedîkirina mêşhingivan hene.
Zêdetirîn hingivê Herêma Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê tê hilberandin û piştî wê parêzgehên Dihok û Silêmaniyê tên.



