Hewlêr (Rûdaw) - Baskê leşkerî yê PKKyê Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 9 endamên xwe yên ji Rojhilatê Kurdistanê eşkere kirin ku di dem û cihên cuda de canê xwe ji dest daye.
PKKyê ragihandibû ku li gorî biryara kongreya xwe ya Gulana 2025an xwe fesix kiriye û çek danîne, nasnameyên 9 endamên xwe yên ji Rojhilatê Kurdistanê tevî wêneyên wan ji bo raya giştî belav kirin.
Li gorî daxuyaniya HPGyê, her 9 endamên wan ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê ne û di dîrokên cuda de li herêmên şer canê xwe ji dest daye.
Nasnameyên 9 endamên HPGyê
Li gorî daxuyaniya HPGyê agahiyên li ser nasnameyên wan bi vî rengî ne:
Artêş Çîçek: Navê wî yê fermî Mihemed Fewzî ye, ji Bokanê ye û Tebaxa 2024an li Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Sila Destan: Navê wê yê fermî Zehra Îsmaîlî ye, ji Selmasê ye û 26ê Kanûna Pêşîn a 2017an li Avaşînê canê xwe ji dest daye.
Zana Adar: Navê wî yê fermî Saman Mensûrî ye, ji Sineyê ye û 3yê Îlona 2006an li herêma Zagrosê canê xwe ji dest daye.
Welat Bêrîtan: Navê wî yê fermî Arîş Mihemmedî ye, ji Sineyê ye û 24ê Nîsana 2018an li Avaşînê canê xwe ji dest daye.
Fedakar Ronahî: Navê wî yê fermî Serkeft Qadirî ye, ji Sineyê ye û 10ê Tîrmeha 2022yan li Qendîlê canê xwe ji dest daye.
Rêbwar Amed: Navê wî yê fermî Xebat Yûsifî ye, ji Kamyaranê ye û 31ê Gulana 2017an li Qendîlê canê xwe ji dest daye.
Bêkes Bêrîvan: Navê wî yê fermî Armîn Saîd Rad e, ji Sineyê ye û 26ê Sibata 2022yan li Metînayê canê xwe ji dest daye.
Bahoz Nîştiman: Navê wî yê fermî Edîb Pêşrew Şîrînî ye, ji Sineyê ye û 23yê Adara 2020an li Zapê canê xwe ji dest daye.
Nebes Evîndar: Navê wî yê fermî Maşallah Recebî ye, ji Sineyê ye û 4ê Nîsana 2019an li Garêyê miriye.


