Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku leşkerê bipeyman Yusuf Saît Unlu li sînorê Çelê-Geverê “di midaxaleya li dijî derbasbûna qaçax de” di encama reşandina guleyan de ku tê texmînkirin ji aliyê Rojhilatê Kurdistanê ve hatiye kirin hat kuştin.
Di daxuyaniya Wezaretê de hate diyarkirin ku 31ê Çiriya Pêşîn li qada berpisyariya Baregeha Sînor a Engîn Mayinê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê di dema midaxaleya li derbasbûna neqanûnî de, di encama tê texmînkirin ku ji aliyê Rojhilatê Kurdistanê ve hatiye kirin de leşkerê bipeyman Yusuf Saît Unlu hatiye kuştin.
Piştî bûyerê hate ragihandin ku dest bi lêpirsîna dadî û îdarî hatiye kirin û di daxuyaniyê de ev îfade hatin bikaranîn:
“3yê Çiriya Paşîn a 2026an li cihê bûyerê bi berpirsên Îranî re hevdîtin hate kirin.
Bi armanca ku mijar bê zelalkirin ji aliyê meqamên Îranê ve lêkolînên dadî û edlî hatine destpêkirin.
Hewldanên ji bo ronîkirina bûyerê bi hemû aliyên wê ve, bi hevkariya rayedarên Îranê re û bi awayekî hûr û kûr tê meşandin.”
Cenazeyê Unlu li navçeya Çîneyê ya parêzgeha Aydinê ya Tirkiyeyê spartibûn axê.


