Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber barana gur û bayê tund, di çûn û hatina şêniyên nêzîkî 170 gundan de pirsgirêk derketin û elektrîka 90 gundan hat birîn.
Alîkarê Birêvebirê Kar û Barên Avadankirinê yê Loristanê Îhsan Keremzade di civîna Komîteya Krîzan de ragihand ku di nav 2 şev û rojên borî de bi giştî zêdetirî 43 mîlîmetran baran bariyaye.
Îhsan Keremzade da zanîn ku barana herî zêde li navçeya Sepîdeştê bi 164 mîlîmetran û pişt re li navçeya Şûlabadê bi 148 mîlîmetran hatiye tomarkirin.
Keremzade diyar kir ku asta baranê ji pêşbîniyên keşnasiyê gelekî zêdetir bûye, bi vî rengî ku li hinek navçeyan hevrengê barana salane ya parêzgehên çolistanî yên Îranê baran bariyaye.
Zererên li gundan
Keremzade li ser asta zererên parêzgeha Loristanê got:
"Rêya çûn û hatinê ya nêzîkî 170 gundan hatiye girtin û elektrîka 90 gundan jî qut bûye lê tevahiya rêyên sereke yên parêzgehê vekirî ne."
Keremzade her wiha tekez kir ku hemû tîmên rê û piran, şaredarî, qeymeqamî û yên hawarçûnê di amadehiyê de ne da ku rêyên gundan vekin û pirsgirêka elektrîka wan çareser bikin.



