Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qelqeliyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê termên 6 kesan hatin dîtin.
Term li devera di navbera gundên Axruka Jorîn û Axruka Jêrîn de hatin dîtin.
Li gorî agahiyan, ew kesên mirine koçber in.
Xebatên ji bo diyarkirina nasnameyên wan didomin.
Gundiyan agahî da muxtar
Gundiyan li wê deverê term dîtin û yekser Muxtarê Gundê Axruka Jorîn Dundar Taylan agahdar kir.
Dundar Taylan jî li ser vê yekê agahî da cendirmeyan.
Piştî agahdarkirinê, tîmên cendirmeyan çûn cihê bûyerê.
Ketin û derketina gundan hat girtin
Muxtar Dundar Taylan li ser mijarê ji Amida Haberê re axivî.
Taylan diyar kir ku gundiyan telefonî wî kiriye û ew ji dîtina terman agahdar kiriye.
Wî jî li ser vê yekê yekser agahî daye tîmên cendirmeyan.
Tîmên cendirmeyan ên ku çûn cihê bûyerê dest bi lêkolînê kir.
Ji ber xebatên cendirmeyan, ketin û derketina gundên Axruka Jorîn û Axruka Jêrîn hat girtin.
Hîn nasname û sedema mirina wan kesan nehatiye diyarkirin.
Lêkolîna li ser bûyerê didome.



