Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî bi telefonê bi Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw re axivî û zerer û bandorên lehiya şeva borî ya li Hewlêrê şopandin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ferman da aliyên pêwendîdar ku hemû alîkariyên pêwîst pêşkêşî mexdûran bikin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi telefonê pêwendî bi Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw daniye.
Nêçîrvan Barzanî di vê pêwendiya telefonî de bi taybetî zererên ku gihîştine welatiyan û mal û milkên wan li ser zererên lehiya şeva borî agahî wergirtine.
Serokê Herêma Kurdistanê hevxemî û sersaxiya xwe gihand malbatên qurbaniyên lehiyê.
Her wiha Nêçîrvan Barzanî, Parêzgarê Hewlêrê û saziyên pêwendîdar erkdar kirin ku bi lez bi hawara mexdûran ve biçin.
Nêçîrvan Barzanî xwest ku hemû hevkariyên pêwîst ji bo wan bên dabînkirin û ji bo nehîştina şopên lehiyê rêkarên pêwîst werin wergirtin.
Li aliyê din, Umêd Xoşnaw li ser rewşa bajêr, asta zereran û gavên ku ji bo rûbirûbûna encamên lehiyê hatine avêtin agahî dan Serokê Herêma Kurdistanê.
Umêd Xoşnaw ji bo şopandin û giringîdayîna berdewam a bi rewşa welatiyan, spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir.
#GRAFÎK - ❝Hevkariya mexdûrên lehiyê bikin❞ 🎙 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Parêzgarê Hewlêrê û aliyên pêwendîdar re got: Hevkariya mexdûrên lehiyê bikin https://t.co/swOIjx4Np9
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 8, 2026



