Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeyeke Îranê mijarên wekî ewlehiyê, parastina aramiya herêmê û bipêşxistina pêwendiyên her du aliyan gotûbêj kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li şandeyeke Komara Îslamî ya Îranê pêşwazî kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê,Berpirsê Dosyeya Herêma Kurdistanê yê Artêşa Pasdaran a Îranê Mihemed Reza Mesgeriyan serokatiya wê şandeyê dikir.
Bipêşxistina pêwendiyan
Di civînê de pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Îranê re hatin nirxandin.
Her wiha tekezî li ser çawaniya bipêşxistina hevkariya hevbeş a di warên cuda de hat kirin.
Hat xwestin ku ev hevkariya her du aliyan di xizmeta berjewendiyên hevbeş de be.
Ewlehî û aramiya herêmê
Mijareke din a civînê taybet bi hevkariya ewlehiyê û parastina aramiya herêmê bû.
Li ser vê mijarê her du alî hevnêrîn bûn ku divê hevkarî û hevahengiya hevbeş a welatên herêmê bidome.
Armanca sereke ya vê yekê, xurtkirina asayîş û aramiyê ye.
Di heman demê de, wan tekez kir ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyan serî li diyalog û rêyên aştiyane û dîplomatîk bê xistin.
Peymanên navbera her du aliyan
Nêçîrvan Barzanî û şandeya mêvan her wiha bal kişand ser lihevtêgihiştin û peymanên ewlehiyê.
Ev peyman di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de ne.
Her wiha wan li ser çend mijarên din ên hevbeş û girîng jî nêrînên xwe bi hev re parve kirin.



