Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Erdîş, Elbak, Bergirî, Tuşba, Rêya Armûşê û Payîzavayê yên parêzgeha Wanê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berf, qeşa û pûkê perwerde ji bo rojekê hat rawestandin.
Li parêzgeha Wanê êvara 7ê Çiriya Paşîn berfê dest pê kir û li herêmê pûk û qeşa çêbû.
Li Elbakê perwerde hat taloqkirin
Qaymeqamiya Elbakê ragihand ku li gorî rapora Birêvebiriya Herêmî ya Avhewanasiyê û ji ber berf û qeşayê, li wan herêman ku perwerde bi rêya veguhastina xwendekaran tê kirin, roja duşemê (9ê Çiriya Paşîn) dibistan hatine girtin.
Her wiha qaymeqamiyên Erdîş, Bergirî, Tuşba, Rêya Armûşê û Payîzavayê jî daxuyand ku ji ber metirsiya berfa zêde û cemedê, perwerdeya bi rêya veguhastinê ji bo rojekê hatiye rawestandin.
Perwerdeya bi veguhastinê çi ye?
Li Bakurê Kurdistanê li gund û gundikên ku dibistan lê nînin an dibistanên navîn û lîse tunin, xwendekar bi mînîbusan ji bo gundên mezin, bajarok an navçeyên ku dibistan lê hene tên veguhastin.
Ji ber ku li herêmên çiyayî û gundan rê ji ber berfê tên girtin û cemed çêdibe, di rewşên wiha de ji bo ewlehiya xwendekaran perwerdeya bi mînîbusan tê rawestandin.



