Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Dana Gasê ragihand ku doh şev bi dronan êrişî Qada Gaza Kormorê ya li Herêma Kurdistanê hatiye kirin û ji ber vê êrişê li sazgehê agir derket û hilberîna gazê hat rawestandin.
Agir hat temirandin
Navenda şirketa Dana Gasê li Şariqeya Îmaratê ye.
Şirketê îro ji bo Bazara Darayî ya Ebû Dabiyê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku agir hatiye vemirandin û ti karmend birîndar nebûne.
Li gorîd daxuyaniyê, hilberîn hîn jî sekinî ye û nirxandina zereran didome.
Hevahengiya bi Hewlêr û Bexdayê re
Dana Gasê da zanîn ku ew ji nêzîk ve bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên federal re di nav hevahengiyê de ne.
Şirketê destnîşan kir ku van aliyan piştgiriyeke bihêz nîşan daye.
Her wiha soza wê yekê da ku dê di dema guncaw de agahiyên nû eşkere bike.
Çavkaniya sereke ya elektrîkê ye
Qada Gazê ya Kormorê li navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê ye.
Konsorsiyuma Pearl Petroleumê wê qadê bi rê ve dibe û Dana Gas jî yek ji şirîkên wê ye.
Gaza vê qadê pêdiviya sotemeniya santralên elektrîkê yên Herêma Kurdistanê dabîn dike.
Ji ber vê yekê rawestandina hilberînê rasterast bandorê li ser dabînkirina elektrîkê dike.
Êrişên berê
Ev ne cara yekem e ku Qada Kormorê dibe armanc.
Nîsana 2024an jî bi dronan êrişî qadê hatibû kirin.
Di wê êrişê de 4 karkerên biyanî canê xwe ji dest dabû û hilberîn çend rojan hatibû rawestandin.



