Hewlêr (Rûdaw) - ENKSyê li bajarê Helebê ofîsa xwe vekir û Berdevkê ENKSyê ji Rûdawê re got, “Em dixwazin li hemû deverên Sûriyeyê hebin û tevlî qonaxa nû ya avakirina Sûriyeyê bibin.”
Berdevkê Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Feysel Yûsif diyar kir ku ENKS ji bo tekezkirina rola xwe ya niştimanî, dixwaze hebûn û çalakiyên xwe li seranserê deverên cuda yên Sûriyeyê bihêz bike, bi taybetî di vê qonaxa hestiyar de ku welat derbasî pêvajoya ji nû ve avakirina dewletê dibe.
Feysel Yûsif bal kişand ser wê yekê ku ENKS nûnertiya beşeke berfireh a gelê Kurd dike.
Berdevkê ENKSyê ji Rûdawê re got, “Em girîngiyeke zêde didin danîna têkiliyên herî baş li gel hemû pêkhateyên niştimanî yên Sûriyeyê.
Bi taybetî bi wan pêkhateyên ku dixwazin bi rûxandina dîktatorî û siyaseta înkarê, paşeroja welat li ser bingeheke herî qewî ya demokrasiyê ava bikin, nêrînên me bi temamî yek in.”
Feysel Yûsif di dawiya axaftina xwe ya ji bo Rûdawê de, tekez kir ku:
“ENKS ji bo çareserkirina hemû pirsên niştimanî û çarenivîssaz xwedî nêrîneke berfireh e, lewra pêwîst e hebûna wan li hemû bajaran zêdetir bibe.”
Vekirina ofîsa wan a li Helebê jî di vê çarçoveyê de gaveke pratîk e.
Serokê ENKSyê Mihemed Îsmaîl doh bi amadebûna, ENKSyê bi merasîmeke berfireh ofîsa xwe li bajarê Helebê bi fermî vekir.
Di merasîmê de nûnerên hikûmetê û kesayetên siyasî, civakî û çandî amade bûn.
Ji sala 2011an ango ji dema damezirandina xwe ve, ev cara yekem e ku ENKS ofîsa xwe li bajarê Helebê vedike.



