Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew û Serokwezîrê Îraqê gihîştine wê peymanê ku mûçeê Herêma Kurdistanê misoger be û bidome.
Wî her wiha da zanîn ku budce jî wekî "herêmeke yekgirtî" ji bo hemû Kurdistanê tê terxankirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî bidawîbûna civînên xwe yên li gel Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî û wezîrên petrol û darayiyê, di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand:
"Civîneke me ya gelekî girîng û berhemdar çêbû. Me tekezî li ser mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kir, ji wan jî mafên darayî ne.
Em gihîştin encameke gelekî baş ku di berjewendiya hemû Îraqê û Herêma Kurdistanê de ye."
"Mûçe dê misoger be"
Derbarê encamên civînên têkildarî budceya sala 2027an û mûçeê karmendan de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got:
"Li ser mijara budceyê, em li gel rêzdar Serokwezîr gihîştin wê peymanê ku mûçeyê Herêma Kurdistanê dê misoger be û bidome.
Li ser mafên din ên darayî jî li ser mekanîzmayeke guncaw lihevtêgihiştin çêbûye da ku em di budceya paşerojê de hemûyan dabîn bikin."
Mesrûr Barzanî bal kişand ser xaleke girîng a lihevkirinê û got:
"Cihê kêfxweşiyê ye ku lihevkirineke baş çêbû, bi taybetî li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê wekî 'yek herêm' bê dîtin û ji bo hemû herêmê budceyeke yekgirtî were terxankirin.
Ev ji bo me cihê kêfxweşiyê ye û ez hêvî dikim ji bo hemû gelê Kurdistanê jî wisa be."
Dawîanîna li êrişan û avakirina komîteyê
Mijareke din a civînên Mesrûr Barzanî yên li Bexdayê jî pirsa êrişên bi dron û mûşekan ên li ser zeviyên petrol û gazê bû.
Mesrûr Barzanî li ser vê mijarê got, "Em her du alî jî hevfikir bûn ku divê dawî li van êrişên li ser zeviyên petrol û gazê bê.
Em van êrişên li ser jêrxana aborî ya Îraq û Herêma Kurdistanê şermezar dikin ku debara xelkê pê ve girêdayî ye.
Komîteyeke lêkolînê hatiye avakirin û em bi hêvî ne her sûcdarê ku derkeve holê cezayê xwe yê qanûnî bistîne."
Hevkariya li ser siyaseta petrolê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser dosyeya petrolê û ragihand:
"Li ser mijara petrolê jî me peymaneke din îmze kir ku em di dariştina siyaseta petrolê de li hemû Îraqê li gel wan şirîk bin.
Em her wiha hevfikir bûn ku li hemû Îraqê hilberîna petrolê zêde bibe.
Li ser vê mijarê jî mekanîzmaya pêwîst hat gotûbêjkirin da ku em di paşerojê de zêdetir hevkariyê li gel hikûmeta federal bikin."


