Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdpayê ragihand ku bav û kurê xwe yên ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber rengê cilên wan ên Kurdan hatine desteserkirin û bêrêzî li bavê jî hatiye kirin.
Rêxitina Mafên Mirovan a Kurdpayê diyar kir ku çarşemê, welatiyê bi navê Osman Wefayî ji ber ku cilên Kurdan yên rengê xakî li ber bûn, ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatiye desteserkirin.
Li gorî heman çavkaniyê, pişt re hêzên Îranê kincên wî ji ber kirine û avêtine ser kolanê.
Kurê wî jî 9 roj in girtî ye
Ev di demekê de ye ku 9 roj in kurekî Osman Wefayî yê bi navê Aram Wefayî jî dîsa ji ber lixwekirina cilên Kurdan ên bi rengê xakî hatiye desteserkirin û ji bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.
Heta niha gelek kes li Rojhilatê Kurdistanê ji ber lixwekirina cilên Kurdan ên rengê xakî û cemedaniyê hatine cezakirin.
Yek ji mînakên herî berbiçav 3yê Îlona 2025an qewimîbû.
Wê demê Dezgeha Dadweriyê ya Îranê 3 mehan cezayê girtîgehê li 58 welatiyên Kurd ên ji bajarên Mehabad, Bokan, Pîranşar û Şinoyê yên Rojhilatê Kurdistanê, birîbû
Doz li ser dawetekê hatibû vekirin
Ew welatî piştî ku di dawetekê de li bajarê Pîranşarê yê parêzgeha Urmiyeyê bi cilên Kurdan û cemedaniyê bi awayekî komî derketibûn, Dadgeha Şoreşê ya bajêr bangî wan kiribû.
Piraniya ciwan, kesên temenmezin, jin û keçan bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê di merasîm û dawetan de cemedaniyê bi kar tînin.
Lê belê saziyên ewlehiyê yên Îranê gelek caran bikaranîna cemedanî û cilên Kurdan yên rengê xakî wekî pêwendiya bi partiyên Rojhilatê Kurdistanê re pênase dikin û welatiyan dikin hedef.



