Hewlêr (Rûdaw) - Karwanê heştem ê koçberên Serê Kaniyê îro danê sibehê ji Kampa Waşokaniyê vegeriya herêmên xwe.
Berdevkê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mehmûd Cemî di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand ku di vî karwanî de 373 malbat hene.
Mehmûd Cemî ji Rûdawê re got, "Îro danê sibehê karwanê heştem ê koçberan bi rê ket ku ji 373 malbatan pêk dihat.
Hemû malbatên di vî karwanî de ji Kampa Waşokaniyê bûn."
Mehmûd Cemî da zanîn ku xelkê vî karwanî vedigere gundewarê Serê Kaniyê, Zirganê û Til Temirê.
Karwanê nehem ber bi navenda bajêr ve diçe
Mehmûd Cemî li ser gavên bê yên vegera koçberan ji Rûdawê re eşkere kir ku dawiya hefteya bê dê karwanê nehem ê koçberan bi rê bikeve.
Cemî got, "Koçberên ku dê di karwanê nehem de cih bigirin, ew kes in ku dê rasterast vegerin navenda bajarê Serê Kaniyê bi xwe."
10 hezar malbat hîn jî li bendê ne
Tevî birêketina van karwanan jî hejmareke zêde ya xelkê herêmê hîn li derveyî malên xwe dijî.
Li gorî zanyariyên ku Berdevkê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê dane Rûdawê, heta niha nêzîkî 10 hezar malbatên koçber ên ji Serê Kaniyê li bajarên Hesekê, Qamişloyê û Dêrikê yên Rojavayê Kurdistanê di nava kamp û stargehan de mane û li benda vegerê ne.



