Hewlêr (Rûdaw) - Zêdetirî du salan e malbata şervanekî berê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ehmed Emîn Xelef li benda berdana kurê xwe ye.
Ehmed Emîn Xelef ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyeyê ve li herêma Şehbayê hatibû girtin û niha di girtîgeheke Himsê de ye
Xwişka wî şervanî dibêje ku tenduristiya birayê wê xerab e û bangî aliyên pêwendîdar dike ku ji bo berdana wî hewldanên xwe zêde bikin.
Ehmed Emîn Xelefê 26 salî, 4ê Kanûna Pêşîna 2024an li navçeya Şehbayê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyeyê ve hatibû girtin.
Li gorî daxuyaniya malbatê, her çend hinek hevalên wî yên ku pê re hatibûn girtin hatibin berdan jî ew û 3 hevalên wî yên din hîn jî girtî ne.
“6 meh in ti agahiyeke me ji wî nîne”
Xwişka Ehmed a bi navê Hemrîn Ehmed Xelef bû mêhvana bultena Nûrojê ya Rûdawê ku ji aliyê Nalîn Hesenê ve tê pêşkêşkirin.
Hemrîn Ehmedê ji Rûdawê re got, “Berî 6 mehan min birayê xwe li Girtîgeha Navendî ya Himsê dît. Lê piştre ew veguhastin Girtîgeha 'Ehdas'ê ku serdan li wir qedexe ye û ji wê demê ve ti agahiyeke me ji wî nîne.”
“Ji ber sermaya zindanê sîngê wî diêşiya”
Hemrîn Ehmedê li ser rewşa tenduristiya birayê xwe jî wiha got:
“Tenduristiya wî ne baş bû, nexweş bû. Êşa wî ya piştê hebû, vîtamînên laşê wî kêm bûbûn û ji ber sermaya zindanê sîngê wî diêşiya.”
Her wiha destnîşan kir ku birayê wê berê piştbendeke tibî (korset) û derman jê xwestibûn.
“Ti tohmet û sûcek li ser wî nîne”
Li gorî gotinên Hemrînê, birayê wê derxistine pêşberî dadgehê lê parêzerekî ji wan re gotiye ku “ti tohmet û sûcek li ser wî nîne.”
Malbatê gelek hewl daye ku parêzerekî ji wî re bigire lê rayedaran destûr nedaye.
Malbata Ehmed Xelef heta niha çend caran têkilî bi berpirsên pilebilind ên HSDyê re daniye û ji bo berdana wî, bi taybetî di dema pevguhertina dîlan de soz wergirtine lê heta niha ew soz nehatine bicihanîn.
Banga ji bo Mezlûm Ebdî û hikûmeta Sûriyeyê
Hemrîn Ehmed Xelefê di dawiya axaftina xwe de bi rêya Rûdawê peyamek arasteyî Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî û berpirsên Hikûmeta Sûriyeyê kir û got:
“Bila dengê min bigihîje Heval Mezlûm Ebdî û hikûmeta Sûriyeyê. Bes e êdî, birayê min girtî ye. Ev 2 sal in her roj dibêjin 'sibe'... Em ne tenê ji bo Ehmed, em azadkirina hemû girtiyan dixwazin.”


.jpg&w=3840&q=75)