Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku wan li sînorê rojavayê welêt ku dikeve ser sînorê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de şaneyeke girêdayî Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) “têk biriye”.
Artêşa Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyekê îdia kir ku wê şaneyê plan dikir derbasî nav axa Îranê bibe û êrişan b pêk bîne.
“Şane di bin çavdêriya îstixbaratî de bû”
Li gorî heman daxuyaniyê, endamên wê şaneyê beriya operasyonê di bin çavdêriya îstixbaratî ya hêzên Îranê de bûn.
Artêşa Pasdaran a Îranê da zanîn ku operasyon di encama pevçûneke li nêzîkî sînor de hatiye kirin.
Dest danîn ser çek û teqemeniyan
Artêşa Pasdaran diyar kir ku di operasyonê de dest bi ser hinek çek û teqemeniyan de hatiye girtin.
Lê belê Artêşa Pasdaran li ser hejmara endamên wê şaneyê yên ku canê xwe ji dest daye, birîndar bûne yan jî hatine girtin ti agahî belav nekirin.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) heta niha li ser vê nûçeyê ti daxuyanî nedaye.

.webp&w=3840&q=75)
