Hewlêr (Rûdaw) - Ji 15ê Çiriya Paşîn ve pêleke baranê li Dîlok û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê bariye û li bajarokê Şêxawiyê yê Dîlokê lehî rabûye.
Lehiyê zerer gihandiye malên welatiyan û zeviyên çandiniyê û di nava çend demjimêran de gelek kes bê cih û mal hiştine.
"Cihekî me nemaye em lê rûnin"
Mexdûra lehiyê Meryem Tiryakiyê li ser rewşa mala xwe wiha axivî:
"Lehiyê ji nişka ve li me da, xeber da me, em yekser reviyan û çûn cihekî din. Dema em vegeriyan mala xwe, wekî ku hûn jî dibînin, rewşa me ev e. Em nikarin têkevin hundir û cihekî me nemaye ku em lê rûnin an jî lê rakevin."
"Em dê zereran qerebû bikin"
Lehiyê zerereke zêde gihandiye bajarokê Şêxawiyê.
Tîmên şaredariyê dest bi karê xwe kiriye û serokê şaredariyê jî hewl dide xem û dilgiraniya xelkê sivik bike.
Serokê Şaredariya Şêxawiyê Mistefa Guzel li ser xebatan got:
"Nebûna zererên canî nûçeyeke kêfxweşker e. Di vî warî de çi ji destê me bê ji bo qerebûkirina zererên gihîştî em dê bikin.
Bi izna Xwedê, bila kes di vê mijarê de dilgiran nebe."
"Zerer gihîştiye çandiniyê jî"
Ji asmanê navçeyê ve bi zelalî tê dîtin ku lehiyê rûberekî mezin ê keskatiyê kiriye herî û çirav.
Tîmên şaredariyê wan zeviyên çandiniyê jî tomar dikin ku ji ber lehiyê zerereke zêde dîtiye.
Mistefa Guzel li ser zererên li sektora çandiniyê jî wiha got:
"Zerer gihîştiye çandiniyê jî. Vaye birêvebirê çandiniyê jî li vir e. Em hemû bi hev re bi awayekî hevaheng û bi piştgiriya birêz Wezîrê me, bi izna Xwedê çi ji destê me bê em dê bikin û pirsgirêkan çareser bikin."



