Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur) desteserkirina siyasetmedar û endamên Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) şermezar kir.
17ê Çiriya Paşîn a 2026an li dijî siyasetmedar û endamên HEVBENDIyê operasyonên polîsan hatibûn lidarxistin û gelek siyasetmedarên Kurdistanî hatibûn desteserkirin.
PDK-Bakurê li ser van operasyonan daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Partiyê di daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe ji bo hemû siyasetmedarên desteserkirî, malbatên wan û rêxistinên wan ragihand.
"Parastina van daxwazan ne sûc e"
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku HEVBENDÎ ji aliyê hinek partî, rêxistin û kesayetên Kurdistanî ve ji bo hevkarî û xebata siyasî hatiye damezirandin.
PDK-Bakurê tekez kir ku daxwazên wekî naskirina hebûna neteweyî ya gelê Kurd, mafên neteweyî yên kolektîf, statuya siyasî ya Kurdistanê û mafê diyarkirina çarenivîsê daxwazên siyasî yên rewa ne.
Her wiha hat diyarkirin ku parastina van daxwazan nikare bibe sedema sûcdarkirin û desteserkirinê.
"Armanc tirsandin û bêdengkirin e"
PDK-Bakurê diyar kir ku armanca van desteserkirinan tirsandin, bêdengkirin û lawazkirina hêzên siyasî yên Kurdistanî ye û wiha got:
"Lê gelê Kurdistanê di dirêjahiya dîroka xwe de gelek caran nîşan daye ku li hemberî zext, gef û zordestiyê serî natewîne.
Em bawer in ku ev hewldanên nû jî dê negihîjin armanca xwe û nikarin îradeya siyasî û neteweyî ya gelê me bişkînin."
"Divê yekser bên berdan"
PDK-Bakurê xwest ku hemû siyasetmedarên desteserkirî yekser bên berdan û dawî li astengkirina çalakiyên siyasî were anîn.
Di dawiya daxuyaniyê de jî wiha hat gotin:
"Em careke din hevgirtina xwe bi birayên xwe yên Kurdistanî re radigihînin û diyar dikin ku em dê li hemberî her cure zext û astengkirina mafên neteweyî rawestin."



