Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amedsporê Nahît Eren, Seroka Duyem Şengul Saruhanoglu û alîkarên wan serdana Birêvebirê Ewlehiyê yê Amedê Murat Mutlu kir.
Birêvebiriya Ewlehiyê ya Amedê derbarê vê serdanê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Diyariya formaya Amedsporê
Di daxuyaniya Birêvebiriya Ewlehiyê de wiha hat gotin:
"Serokê Tîma Çalakiyên Werzişî ya Amedê Parêzer Nahît Eren, Seroka Duyem Şengul Saruhanoglu û Alîkarên Serok Talîp Sumbul û Ahmet Ulmez ji bo pîrozbahiyê serdana Birêvebirê me yê Ewlehiyê yê Parêzgehê Murat Mutlu kir."
Di dema vê serdanê de birêvebiriya Amedsporê formaya tîma Amedsporê diyarî Birêvebirê Ewlehiyê Murat Mutlu kir.
Hesabên Amedsporê parve nekir
Li aliyê din, li ser hesabên fermî yên medyaya civakî yên tîma Amedsporê li ser vê serdanê ti daxuyanî an parvekirin nehat kirin.



