Hewlêr (Rûdaw) - 14 siyasetmedarên Kurd ên di operasyonên li dijî birêvebirên Hevbendiya Niştimanî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) de li 6 bajaran hatibûn desteserkirin, piştî lêpirsîna li emniyetê şandin dadgehê.
Operasyonên ku navenda wan Amed bû, li bajarên Amed, Riha, Êlih, Îdir, Enqere û Stenbolê hatibûn kirin.
Di nav kesên desteserkirî de Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê Hasan Dagtekîn û nûnerê PÊLKURDê Fuat Onen jî hene.
Bayram Bozyel li Enqereyê îfadeyê dide
Ji kesên ku pêr di operasyonan de hatibûn desteserkirin, Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel û Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê Hasan Dagtekîn li Enqereyê li dozgeriyê îfadeyê didin.
Her wiha kar û barên îfadeyê yên 2 kesên ku li Îdirê hatibûn desteserkirin jî li dozgeriyê berdewam dikin.
Li Amedê jî 10 kesên desteserkirî, piştî kar û barên li emniyetê şandin Dadgeha Amedê.



