کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Civîna Şirketên Mêrdînê / Wêne: Anka

Civîna Şirketên Mêrdînê / Wêne: Anka

Kurdistan

Projeyeke bazirganiya navneteweyî: 70 şirketên Mêrdînê daxwaza beşdariyê kir

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

20-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran20-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Mehabadê di 24 saetan de 3 otomobîl şewitîn: 3 birîndar hene
Kurdistan20-11-2026

Li Mehabadê di 24 saetan de 3 otomobîl şewitîn: 3 birîndar hene

Civîna duyem a li ser pêvajoyê li Dêrsimê tê lidarxistin
Kurdistan20-11-2026

Civîna duyem a li ser pêvajoyê li Dêrsimê tê lidarxistin

Parêzgarê Sineyê: Navên resen ên Kurdî dê li gundan bên vegerandin
Kurdistan20-11-2026

Parêzgarê Sineyê: Navên resen ên Kurdî dê li gundan bên vegerandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji bo projeya nû ya piştgiriya bipêşxistina pêşbaziyê ya navneteweyî, civîneke agahdarkirinê hat lidarxistin. Heta niha 70 şirket daxwaza beşdarbûna projeyê kiriye û di çarçoveya wê de serdanên li 9 welatan tên plankirin.

Civîn bi serokatiya desteya birêvebir a Navenda Pîşesaziyê ya Mêrdînê (OSB) û bi beşdariya heyeta damezrîner a navendê hat li dar xistin.

Di civînê de armanc û çarçoveya projeyê, piştgiriya dewletê û çalakiyên bazirganiyê yên ku dê di heyama pêş de li derveyî welêt bên kirin, hatin nîqaşkirin.

Selahattîn Duyan di civînê de ragihand ku heta niha 70 şirketan daxwaza beşdarbûna projeya nû ya bipêşxistina pêşbaziyê ya navneteweyî kirine.

Wî got: “Di çarçoveya projeyê de tê plankirin ku serdana 9 welatan bê kirin.”

Dûyan her wiha diyar kir ku ji bilî beşdarbûna pêşangehên navneteweyî û şandeyên bazirganiyê, çalakiyên perwerde û şêwirmendiyê jî dê bên birêvebirin.

Armanc ew e ku ji bo van çalakiyan, ji piştgiriya dewletê ya ji sedî 75 sûd were wergirtin.

Her wiha hat destnîşankirin ku komeleyên pispor ên her sektorekê dê di diyarkirina şirketên ku dê sala bê beşdarî serdanên bazirganiyê û pêşangehên xwarinê bibin de, roleke çalak bilîzin.

Di vê çarçoveyê de, ji Komeleya Hilberînerên Meqarnayê ya Tirkiyeyê Şukru Karaboga, ji Federasyona Hilberînerên Ard a Tirkiyê (TUSAF) Vedat Timuragaoglu, ji Komeleya Hilberînerên Savarê Cemil Duyan û ji Komeleya Hilberînerên Tirşiyan Şerif Kiliç dê pêşengiya vê pêvajoyê bikin.

Şirketên ku di van sektoran de dixebitin, dikarin bi komeleyên têkildar re bikevin pêwendiyê û serlêdanên xwe bi riya wan bikin.

Pirsên