کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Parêzgeha Sineyê / Wêne: Arşîv

Parêzgeha Sineyê / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Parêzgarê Sineyê: Navên resen ên Kurdî dê li gundan bên vegerandin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

20-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran20-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê ji ber baranê pirek hilweşiya
Kurdistan20-11-2026

Li Amedê ji ber baranê pirek hilweşiya

Li Dîlokê qezayeke giran: 23 kes birîndar bûn
Kurdistan20-11-2026

Li Dîlokê qezayeke giran: 23 kes birîndar bûn

HPGyê nasnameyên 8 gerîlayên xwe yên ji Selmasê eşkere kirin
Kurdistan19-11-2026

HPGyê nasnameyên 8 gerîlayên xwe yên ji Selmasê eşkere kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Sineyê fermana vegerandina navên resen ên Kurdî ji bo wan gundan derxist ku berê navên wan hatibûn guhertin.

Parêzgarê Sineyê got, "Divê heta sê mehên din hemû tabelayên navên gundan bên guhertin û bi her du zimanên Kurdî û Farisî bên nivîsandin."

Parêzgarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê Areş Lihonî doh pêncşemê (19ê Çiriya Paşîn a 2026an) bi qaymeqamên herêmê re civiya.

Areş Lihonî di civînê de qala girîngiya navên Kurdî yên gundan kir û got, "Parastina zimanê Kurdî, çand û nasnameya xelkê parêzgehê erkekî çandî û dîrokî ye."

“Nabe ev navên bêwate bimînin”

Areş Lihonî bal kişand ser navên wan gundan ku di dema borî de ji ber sedemên cuda hatine guhertin û got:

"Navên gundan beşek ji nasnameya dîrokî û çandî ya xelkê her herêmekê ne.

Nabe ku em li hemberî wan navên neguncaw yan wergerên şaş bêxem bin ku bi dirêjahiya çend dehsalan ji bo hinek herêman hatine bikaranîn."

Parêzgarê Sineyê gundê Mamîzekê yê Kamêranê wekî mînak anî ku di dema borî de ji ber sedemeke nediyar navê wî wekî "Mehmûd Gezek" hatiye guhertin û got:

"Niha çima navê wî gundî kirine Mehmûd Gezek û wateya wê çi ye, tenê Xwedê dizane. Nabe ku ev navên bêwate bimînin."

Komîteyên lêkolînê tên avakirin

Areş Lihonî di civînê de qaymeqam erkdar kirin ku li sînorê bajaran komîteyên 5 kesî ava bikin.

Divê ew komîte bi beşdariya mamoste û pisporên zimên li ser wan gundan lêkolînê bikin ku navên wan bêwate ne, neguncaw in yan jî xelk dixwaze bên guhertin.

Li gorî gotina Parêzgarê Sineyê, encamên lêkolîna van komîteyan dê piştî komkirin û kurtkirinê ji birêvebiriya parêzgehê re bên ragihandin.

Piştî wê jî dê ji bo temamkirina qonaxên yasayî ji beşa dabeşkirinê ya li Tehranê re bên şandin.

Areş Lihonî bal kişand ser hewldana du salan a li beşeke parêzgehê ya ji bo daliqandina tabelayên Kurdî yên navên tax û gundan li kêleka nivîsa Farisî.

Wî got ku dê ev pêvajo bidome û hemû bajar dikarin tabelayan bi zimanê Kurdî jî binivîsin.

Li Sineyê hezar û 856 gund hene

Li gorî amarên dawî Encûmena Parêzgeha Sineyê, li parêzgehê hezar û 856 gund hene.

Ji wan gundan hezar û 651 gund avedan in û 205 gund jî vala ne.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê ji ber baranê pirek hilweşiya
Kurdistan20-11-2026

Li Amedê ji ber baranê pirek hilweşiya

Li Dîlokê qezayeke giran: 23 kes birîndar bûn
Kurdistan20-11-2026

Li Dîlokê qezayeke giran: 23 kes birîndar bûn

HPGyê nasnameyên 8 gerîlayên xwe yên ji Selmasê eşkere kirin
Kurdistan19-11-2026

HPGyê nasnameyên 8 gerîlayên xwe yên ji Selmasê eşkere kirin

Pirsên