Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê bajarokê Weysel Qereniyê navçeya Baykanê ya Sêrta Bakurê Kurdistanê Enes Cengîz û 4 endamên meclisa şaredariyê ragihand ku wan ji DEM Partiyê îstifa kiriye.
Cengîz û endamên meclisê daxuyaniyeke nivîskî ya hevbeş belav kir û diyar kir ku biryar bêyî ku di bin ti zextekê de bimînin bi îradeya wan a azad hatiye dayîn û ew dê rêya xwe wekî serbixwe bidomînin.
Li siyaseta herêmî ya Sêrtê veqetîneke balkêş çêbû.
Şaredarê bajarokê Weysel Qereniyê Enes Cengîz û Endamên Meclisa Şaredariyê Orhan Çîmen, Halîs Guntaç, Alî Soyuncu û M. Baha Başak eşkere kir ku wan ji endamtiya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) îstifa kiriye.
“Ti zext û destwerdan nînin”
Şaredar Enes Cengîz biryara îstifayê bi daxuyaniyeke hevbeş a nivîskî ya çapemeniyê bi raya giştî re parve kir û tekez kir ku li pişt biryarê ti destwerdaneke derve nîne.
Cengîz di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Îro ez dixwazim biryareke me ya girîng bi we re parve bikim. Em wekî şexsê min û Endamên Meclisa Şaredariyê Orhan Çîmen, Halîs Guntaç, Alî Soyuncu û M. Baha Başak, me bi îradeya xwe ya azad ji endamtiya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) îstifa kiriye.
Ez bi taybetî dixwazim diyar bikim ku me ev biryara xwe bêyî ku di bin zext, arastekirin yan jî bandora ti kes, sazî an derdorekê de bimînin, bi temamî li gorî îradeya xwe ya azad û nirxandinên xwe da.
Li pişt vê biryarê ti destwerdaneke derve yan jî zexteke siyasî nîne. Di pêvajoya piştî vê de em dê wekî şexsê min û endamên meclisa şaredariyê bi awayekî serbixwe rêya xwe bidomînin.”



