کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

PDK û YNK li Hewlêrê civiyan

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

21-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran21-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Kurdên li diyasporayê: Kûrkirina nakokiyan statuya Herêma Kurdistanê dixe metirsiyê
Kurdistan21-11-2026

Kurdên li diyasporayê: Kûrkirina nakokiyan statuya Herêma Kurdistanê dixe metirsiyê

Tirkiyeyê 4 fakulte û 2 dibistanên bilind ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê girtin
Kurdistan21-11-2026

Tirkiyeyê 4 fakulte û 2 dibistanên bilind ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê girtin

Foruma Bajêr a Wanê tê lidarxistin: Pispor û siyasetmedar pirsgirêkan gotûbêj dikin
Kurdistan21-11-2026

Foruma Bajêr a Wanê tê lidarxistin: Pispor û siyasetmedar pirsgirêkan gotûbêj dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya li Hewlêrê bi dawî bû.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser asta polîtburoyan li Hewlêrê civiyan.

Nûçegihana Rûdawê Dilniya Rehmanê da zanîn ku civîn demjimêr 11:00an dest pê kir û demjimêr û nîvekê berdewam kir.

Li gorî agahiyên Rûdawê, şandeya PDKyê ji Dr. Piştîwan Sadiq û Mehmûd Mihemed pêk hatibû.

Di şandeya YNKyê de jî Yûsif Goran û Rêwas Fayiqê cih girt.

"Di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ye"

Beriya civînê, Endamê Serkirdayetiya YNKyê Dara Reşîd ji Rûdawê re axivî û got:

"Lidarxistina vê civînê destpêkek e û bi hêviya Xwedê dê ber bi aliyekî ve biçe ku di berjewendiya tevahiya xelkê Kurdistanê de be."

Dara Reşîd red kir ku niyeta YNKyê hebe ku Silêmaniyê cuda bike û got:

"YNK xwe wekî xwediyê hemû Kurdistanê dibîne. Îro Roja Şehîdên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye.

Bihustek ji vê Kurdistanê nîne, li her çar parçeyên Kurdistanê jî ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tê de xwîn nerijandibe û şehîd nedabe.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê xwe xwediyê hemû Kurdistanê dibîne lê ya ku em dixwazin birêvebiriyeke rast e ku xizmetkara hemû xelkê Kurdistanê be."

Nûçegihana Rûdawê Dilniya Rehmanê ragihand ku şandeyên YNK û PDKyê dê naveroka civîna îro pêşkêşî serkirdayetiya partiyên xwe bikin û piştî gotûbêjkirina li ser wê, biryar e ku civînên din jî li pey bên.

Pirsên