کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Foruma Bajêr a Wanê tê lidarxistin / Wêne: Necmî Orta, Rûdaw

Foruma Bajêr a Wanê tê lidarxistin / Wêne: Necmî Orta, Rûdaw

Kurdistan

Foruma Bajêr a Wanê tê lidarxistin: Pispor û siyasetmedar pirsgirêkan gotûbêj dikin

Necmî Orta

Necmî Orta

21-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Necmî Orta
Necmî Orta21-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Dara Reşîd: PDK û YNK îro dicivin
Kurdistan21-11-2026

Dara Reşîd: PDK û YNK îro dicivin

Tirkiyeyê 4 fakulte û 2 dibistanên bilind ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê girtin
Kurdistan21-11-2026

Tirkiyeyê 4 fakulte û 2 dibistanên bilind ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê girtin

SÊRT - Şaredar Enes Cengîz û 4 endamên meclisê ji DEM Partiyê îstifa kir
Kurdistan20-11-2026

SÊRT - Şaredar Enes Cengîz û 4 endamên meclisê ji DEM Partiyê îstifa kir

Wan (Rûdaw) - Li aliyekî ku ji bo rawestandina şer û çareseriya Pirsgirêka Kurdan xebatên berfireh dimeşin, li aliyê din jî ji bo avakirina bajarên guncavtir ên ji bo jiyanê û çareserkirina pirsgirêkên bajarvaniyê hevdîtin û civînên cuda tên lidarxistin.

Yek ji van çalakiyan li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bi beşdariya hejmareke zêde ya parlamenter, şaredar, akademîsyen û nûnerên saziyên civaka sivîl tê lidarxistin.

Di vê foruma 2 rojan de pirsgirêkên bajarvaniyê, bandora guherîna avhewayê ya li ser Gola Wanê, jîngehparêzî û bajarvaniya wekhevîparêz tên gotûbêjkirin.

Beşdar nîqaşê li ser wê yekê dikin ka Wan çawa dikare bibe bajarekî bedewtir, saxlemtir û ji bo wekhevî û aştiyê guncawtir.

Forum li Salona Tahîr Elçî ya Baroya Wanê ji aliyê Yekîtiya Şaredariyên Başûrrojhilatê (GABB) û Yekîtiya Jûrên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) ve hat organîzekirin.

Di forumê de pirsgirêkên bajarvaniyê, bandora danîna qeyûman a li ser bajêr û pêşniyarên çareseriyê hatin gotûbêjkirin.

Foruma bi sernavê “Bajarê Wekhevîparêz û Ekolojîk” mazûvaniya gelek pisporên bajarvaniyê, akademîsyen, siyasetmedar û çalakvanên qadên cuda dike.

Hevserokê GABBê û Şaredariya Rezana Amedê Siraç Çelîk di forumê de axivî û got:

“Wekî tê zanîn 52 sal in li vê erdnîgariyê şer û pevçûn hene.

10-12 sal in jî bi hişmendiya qeyûman kar hatiye kirin lê bi van kiryaran bajarên me yên qedîm û tevahiya Kurdistanê xera bûne.

Em hatine cem hev û paradigmaya me diyar e. Em behsa civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dikin. Di pêşengiya jinê de divê em karên xwe bikin.”

Ji bo paşeroja bajêr pêşniyarên cuda

Di vê forumê de ku cara yekem tê lidarxistin, hevşaredarên ku qeyûm li şûna wan hatine danîn, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên pîşeyî, birêvebiriya herêmî û gelek welatî amade bûn.

Di axaftinan de pêşniyarên cuda hatin kirin da ku bajarê Wanê di paşerojê de bibe bajarekî guncavtir ji bo jiyaneke hevpar û ekolojîk.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydanê ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn li ser forumê axivî û anî zimên:

“Li vê derê gelek pispor, akademîsyen, siyasetmedar û rewşenbîr hene. Du rojan em dê nirxandinan bikin.

Em bawer in piştî van nîqaşan, em dê ji bo paşeroja Wanê, ji bo parastina Behra Wanê, ji bo jiyaneke azad û komunal û ji bo avakirina bajarekî hîn ciwantir û şîn biaxivin.”

Rola jinan û xilaskirina Gola Wanê

Di roja yekem a forumê de ku eleqeyeke zêde jê re hat nîşandan, nîqaş li ser wê yekê hat kirin ka jin çawa dikarin di birêvebiriya bajêr de bi bandortir bin û bajar çawa dikare ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet were guncandin.

Li aliyê din, çend akademîsyenên Zanîngeha Yuzuncuyilê ya Wanê jî li ser parastina Gola Wanê ya ji ber pirsgirêkên avhewayê gotar pêşkêş kirin.

Berdevkê Şaxa Wanê yê Desteya Hevahengiyê ya TMMOBê Ahmet Ortakçi jî diyar kir ku pirsgirêkên bajêr zêde ne û got:

“Em ê gotûbêj bikin ka di dema kurt, navîn û dirêj de em dikarin çi plan bikin û bigihêjin çi encamê.

Em hêvî dikin ku ji vir encamên pir baş derkevin ji ber ku hem ji aliyê çapemeniyê ve hem jî ji aliyê gelê me ve eleqeyeke cidî heye.

Bê guman dê ji vê salonê pêşniyar û raman derkevin, em ê guh bidin hev.

Em ê têbîniyên xwe wergirin û vê yekê bi raya giştî re parve bikin.”

Di bernameya roja duyem a forumê de jî mijarên erdhejê, amadehiyên beriya karesatan, avahîsazî û plansaziya veguhastinê hatin nirxandin.

Li ser encama foruma 2 rojan dê raporek were amadekirin û pêşkêşî saziyên pêwendîdar were kirin.

Nûçeyên Têkildar

Dara Reşîd: PDK û YNK îro dicivin
Kurdistan21-11-2026

Dara Reşîd: PDK û YNK îro dicivin

Tirkiyeyê 4 fakulte û 2 dibistanên bilind ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê girtin
Kurdistan21-11-2026

Tirkiyeyê 4 fakulte û 2 dibistanên bilind ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê girtin

SÊRT - Şaredar Enes Cengîz û 4 endamên meclisê ji DEM Partiyê îstifa kir
Kurdistan20-11-2026

SÊRT - Şaredar Enes Cengîz û 4 endamên meclisê ji DEM Partiyê îstifa kir

Pirsên