کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Dayîka Ugur Kaymaz behsa êşa 22 salan kir: Zarokekî 12 salî çawa dibe terorîst?

Nûjîn Yûsif

Nûjîn Yûsif

21-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Nûjîn Yûsif
Nûjîn Yûsif21-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Serok Mesûd Barzanî bi Falih Feyaz re civiya
Kurdistan21-11-2026

Serok Mesûd Barzanî bi Falih Feyaz re civiya

HPGyê nasnameyên 5 gerîlayên xwe yên ji Rojhilatê Kurdistanê eşkere kirin
Kurdistan21-11-2026

HPGyê nasnameyên 5 gerîlayên xwe yên ji Rojhilatê Kurdistanê eşkere kirin

PDK û YNK li Hewlêrê civiyan
Kurdistan21-11-2026

PDK û YNK li Hewlêrê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 22 sal di ser kuştina Ugur Kaymazê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz re derbas dibin ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li ber mala xwe bi guleyên polîsan hatibûn kuştin.

Dayîka Ugur Makbula Kaymaz bû mêvana Bultena Bakur a Rûdawê û xwest ku kujer bên cezakirin û aştî pêk were da ku êdî zarok neyên kuştin.

Ugur Kaymazê 12 salî 21ê Çiriya Paşîna 2004an tevî bavê xwe Ahmet Kaymaz li ber deriyê mala xwe ya li Qoserê bi 13 guleyên polîsên tîmên taybet hatibû kuştin.

Eger Ugur bijiya, niha dê 34 salî bûya.

Ev bûyer ji wê rojê ve bû sembola kuştina zarokan, tundiya polîsan û bêcezakirinê.

Doza ku piştî bûyerê ji aliyê malbatê ve hatibû vekirin, ji Mêrdînê veguhastibûn Eskîşehîrê.

Tevî ku bûbû dozeke sembolîk jî Dadgeha Eskîşehîrê li ser 4 polîsên tohmetbar bi hinceta "parastina rewa" biryara beraatê da û ti kes nehat cezakirin.

Dadgeha Bilind jî ev biryar pesend kir.

Piştî ku malbatê doz bir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), dadgehê bi hinceta "binpêkirina mafê jiyanê" Tirkiye mehkûmî tezmînatê kir.

Peyamên Tuncer Bakirhan û Înan Akgun Alp

Di 22yemîn salvegera kuştina Ugur Kaymaz de siyasetmedaran jî peyam belav kirin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser hesabê xwe yê Xê nivîsî:

"Ji laşê Ugurê 12 salî 13 gule hatin derxistin. Çîroka zarokekî ku ji temenê wî zêdetir gule ji laşê wî hatine derxistin, di bîra vî welatî de wekî birîneke ku nayê kewandin maye."

Parlamenterê CHPyê Înan Akgun Alp jî li ser Xê bal kişand ser bêcezamayîna kujeran û got:

"Kujerên Ugur û bavê wî bêceza man lê lêgerîna malbatê ya ji bo rastî û edaletê berdewam dike.

Berevajî kesên ku di çepera dijî aştiyê de kom dibin, em dê aştiyê biparêzin û komareke demokratîk bi hev re ava bikin."

"Ji zarokê 12 salî re gotin terorîst"

Dayîka Ugur Kaymaz Makbula Kaymaz ji Qoserê beşdarî Bultena Bakur a Rûdawê bû û behsa êşa 22 salan kir.

Makbula Kaymazê diyar kir ku 13 gule li bedena kurê wê yê 12 salî hatine reşandin û got:

"Ji kurê min ê 12 salî re gotin terorîst. Zarokê 12 salî çawa dibe terorîst? Keleşkofên mezin danîn ber kurê min. Li wir ti kes birîndar nebûbû, tenê hevjînê min û kurê min hatin kuştin.

Ez vê yekê qet qebûl nakim, dev ji doza xwe bernadim û heta sax bim ez dê birîna Ugur û Ahmedê xwe ji bîr nekim."

"Eger bijiya niha dê 34 salî bûya"

Li ser derbasbûna 22 salan jî Makbula Kaymazê wiha hestên xwe anîn zimên:

"Gelekî zor e. Eger bijiya niha dê Ugurê min 34 salî bûya, li ber destê min bûya û kar û xizmeta min bikira.

Her sal di salvegera kuştina wî de, birîn û xwîna wî tê ber çavên min."

Makbula Kaymazê nerazîbûn nîşanî beraatkirina 4 polîsên tohmetbar da û got:

"Ew polîs hatin beraatkirin. Kurê min ê 12 salî li ber deriyê mala xwe hat kuştin. Diviya bû berî ku êriş bikin li malê binêrin ka zarok û kal û pîr tê de hene yan na.

Ez dixwazim kujerên Ahmed û Ugur jî bên girtin û bên cezakirin."

Dayîka Ugur Kaymaz Li ser pirsa ka gelo heta niha ji aliyê dewletê ve ti kesî serdana wê kiriye yan ji bo moraldayînê pê re têkilî daniye yan na, got:

"Na, ti kes eleqedar nebûye. Tenê ez û zarokên xwe bi tena serê xwe mane."

Makbula Kaymazê di dawiya axaftina xwe de banga aştiyê kir û got:

"Ez dixwazim aştî çêbibe da ku êdî zarokên me neyên kuştin û kezeba me neşewite. Zarokên 12, 13, 5 û 6 salî tên kuştin. Em dixwazin aştî pêk were û tenê zarokên me neyên kuştin."

Nûçeyên Têkildar

Serok Mesûd Barzanî bi Falih Feyaz re civiya
Kurdistan21-11-2026

Serok Mesûd Barzanî bi Falih Feyaz re civiya

HPGyê nasnameyên 5 gerîlayên xwe yên ji Rojhilatê Kurdistanê eşkere kirin
Kurdistan21-11-2026

HPGyê nasnameyên 5 gerîlayên xwe yên ji Rojhilatê Kurdistanê eşkere kirin

PDK û YNK li Hewlêrê civiyan
Kurdistan21-11-2026

PDK û YNK li Hewlêrê civiyan

Pirsên