کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Tulay Hatîmogullari li Qoserê bi şalwarên xwe beşdarî çalakiyê bû

Tulay Hatîmogullari li Qoserê bi şalwarên xwe beşdarî çalakiyê bû

Kurdistan

Li Qoserê çalakiya budceyê: Cotkar bi traktorên xwe daketin kolanan

Maşallah Dekak

Maşallah Dekak

22-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Rewaniya kurdiya wî û şehrezatiya wî di zimên de, kir ku Maşallah Dekak di tevlîbûnên zindî di bultenên nûçeyan de cihê pejirandina temaşevan û guhdaran be. Rewşenbîriyeke wî ya kûr heye û şehrezayê dîroka Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ye.
Ji sala 2009an ve, wek peyamnêrê rojnameya Rûdawê, çapa Kurdistan û Ewropayê, dest bi kar kir. Di salên 2012-2013an de, xula perwerdeya karê televizyonî li Rûdawê li ser destê Ewropiyan dît.
Bûyerên Bakurê Kurdistanê rûmal dike. Hilbijartin li Bakurê Kurdistanê rûmal kirine û dîbeytên taybet di vî warî de bi rêve birine. Li ser sînor, êrişa DAIŞê li ser Kobanê (Îlona 2014-Rêbendana 2017) rûmal kir.
Maşallah Dekak programeke heftane di radyoya Rûdawê de pêşkêş dike bi navê (Bi Dema Amedê) ku tê de li ser rojeva hefteyê mêvandariya siyasetvan û rewşenbîran dike.

Maşallah Dekak
Maşallah Dekak22-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Dîlokê bereketê rûyê cotkaran geş kir
Kurdistan22-11-2026

Li Dîlokê bereketê rûyê cotkaran geş kir

Li Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur û berfê hat dayîn
Kurdistan22-11-2026

Li Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur û berfê hat dayîn

Abdullah Yaşin: Cihê gorên mîrên Botanê bûye destavxane
Kurdistan22-11-2026

Abdullah Yaşin: Cihê gorên mîrên Botanê bûye destavxane

Mêrdîn (Rûdaw) – DEM Partiyê li navçeya Qoserê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ji bo budceyê çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de cotkar bi traktorên xwe daketin kolan û rêyan.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û parlamenterên jin ên Mêrdînê bi şalwarên xwe tevlî çalakiya cotkaran bûn û Hatîmogullari li traktorê siwar bû.

Çalakî ji aliyê Rêxistina DEM Partiyê ya Qoserê ve bi dirûşma "Budce Ji Bo Dad, Nan û Aştiyê" hat lidarxistin û li Qada Azadiyê ya navçeyê kursiyê gel hat danîn.

“Cotkar dixwazin dengê xwe bigihînin Enqereyê”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê di çalakiyê de axivî û got:

“Li Qoserê, li Mêrdînê li ser axa herî bibereket, mixabin êdî cotkar nikarin hilberînê bikin. Êdî xelk birçî ye, mihtacê nan e.

Îro cotkarên ku di vî karwanî de ne, dixwazin bi van traktoran erd û axa xwe biajon û qezenceke baş bi dest bixin. Ji ber vê yekê cotkar dixwazin ji vir dengê xwe bigihînin Enqereyê.”

“Qoser û Mêrdîn têra hemû Kurdistanê dikin”

Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Salîha Aydenîzê jî xwest ku budce ji bo cotkar û kedkaran bê veqetandin û wiha got:

“Em dixwazin di vê budceyê de ji bo kedkaran, ji bo cotkaran û ji bo kesên ku dixwazin li ser erdê xwe têr bibin budce were veqetandin.

Eger polîtîkayeke baş a budceyê hebe, tenê erdnîgariya Qoserê û Mêrdînê têra hemû Kurdistanê û Mezopotamyayê dike.”

Cotkar û welatiyan gazin ji bihabûnê kirin

Cotkar û welatiyên ku beşdarî çalakiyê bûn jî li ser bihabûna lêçûnên çandiniyê û xerciyên jiyanê axivîn.

Cotkar Mahmut Şeran got, “Em ji bo bilindbûna mazotê, ji bo bilindbûna gubreyê û ji bo tunebûna bihayê garis û genim hatine. Em heqê xwe dixwazin û em jî dixwazin wekî însanan bijîn.”

Cotkar Abdurahman Erkan jî wiha axivî, “Mazot zem bûye, ceyran zem dibe, av zem dibe. Her tişt zem, zem, zem...”

Welatî Zuriye Kayikê jî nerazîbûn nîşanî kirîna genim a ji derve da û got:

“Diçin ji dewletan genim distînin. Bila destekê bidin gelê xwe wê çaxê em dê hemû aboriya xwe pê bikin. Wextê pereyê genim bikeve destê min, ez dê zêr bikirim, ez dê herim cilan bikirim, ez dê herim firaqan bikirim û xaniyan pê çêkim. Wê çaxê dê aborî zêde bibe.”

DEM Partî dê çalakiyên ji bo budceyê li bajar û navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê jî li dar bixe.

Pirsên