Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Kurdistanê pîsbûna hewayê ji qonaxa jîngehî derbas bûye û bûye barekî giran ê aborî.
Li gorî amarên "IQAir"ê û sîstemên şopandina kalîteya hewayê, rewşa hewayê li Hewlêrê û gelek navçeyên din bûye metirsîdar.
Rêjeya qirêjiyê 5 qat ji asta standard a Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) bilindtir e.
Kêşeyên avahîsazî û pîşesaziyê
Pisporên jîngehê amaje pê dikin ku zêdebûna hejmara parzûngehên neyasayî, jeneratorên elektrîkê û zêdebûna otomobîlan li bajarên Kurdistanê bûne sedema qirêjbûna hewayê bi madeyên jehrî.
Li gorî rapora dawî, li Herêma Kurdistanê zêdebûna hejmara otomobîlan û şewitandina sotemeniyên bi kalîteya nizm bandoreke neyînî ya rasterast li ser tenduristiya welatiyan dike.
Barê giran ê aborî
Qirêjiya hewayê ne tenê pirsgirêkeke tenduristiyê ye, di warê aborî de jî zerereke mezin dide.
Li gorî texmînên aborî, zererên salane yên vê qirêjiyê di warê tenduristî, kêmkirina berhemdariya karkeran û zererên li ser sektora çandiniyê de, bi miêyar milyon dolar tê texmînkirin.
Li Herêma Kurdistanê ev zerer bi qasî 1,17 milyar dolarî tê texmînkirin.
Pispor tekez dikin ku hilberîna li ser enerjiyên paqij û xurtkirina çavdêriya jîngehê dê di paşerojê de vî barê giran ê aborî sivik bike.
Rewşa Bakurê Kurdistanê
Li aliyê din, rewşa jîngehê li Bakurê Kurdistanê jî cihê dilgiraniyê ye.
Li gorî raporên Komeleya Nexweşiyên Sîngê ya Tirkiyeyê, parêzgeha Îdirê sala 2025an wekî bazarê hewaya wî ya herî pît hatibû tomarkirin.
Di lîsteya 10 parêzgehên herî qirêj de bajarên wekî Meletî, Mereş û Colemêrgê jî cih digirin.
Pispor dibêjin ev pîsbûna hewayê ne rewşeke demsalî ye, encama bipêşketina bêplan a bajaran û bikaranîna sotemeniyên qirêj e.
Qirêjiya li Rojavayê Kurdistanê
Li gorî raporên fermî yên rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û saziyên lêkolînê yên di warê jîngeh û mafên mirovan de, li Rojavayê Kurdistanê jî pîsbûna jîngehê û kêmbûna şînkahiyê zêde bûye.
Rapor hişyariyê li ser encamên demdirêj ên tenduristî û keşnasiyê didin.
Rêxistina PAXê ya Holendayê li parêzgeha Hisîçayê, bi rêya teknîkên hestiyariyê yên ji dûr ve, pîsbûna berfireh a ax, hewa û ava bin erdê ya bi madenên giran û gazên jehrî belge kiriye.
Ev pîsbûn ji ber derxistin û şewitandina neyasayî ya petrolê çêdibe.
Li herêma Efrînê jî rapora rêxistina PAXê nîşan dide ku herêmê nêzîkî ji sedî 60î daristanên xwe ji dest dane.
Her wiha zêdetirî 114 cihên ku darên zeytûnan û daristan bi awayekî neyasayî ji bo bazirganiya bi dar û komirê hatine birîn hatine tomarkirin.
Ji bo çareseriyê çi tê kirin?
Birêvebiriya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê diyar dike ku wan hewl daye bi rêya projeya "Ronahî" hejmareke mezin a mowelîdan ji holê rakin û bi xurtkirina torên elektrîkê hewaya bajaran paqijtir bikin.
Lê belê pispor hişyarî didin ku ev gav tenê destpêk in.
Pispor destnîşan dikin ku divê kontrolên li ser parzûngehên neyasayî bên tundkirin, sîstema veguhastinê bê nûjenkirin û çanda parastina jîngehê wekî erkeke niştimanî bê dîtin.


