کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Wêne: Arşîv

Wêne: Arşîv

Kurdistan

Li Urmiyeyê operasyona Îranê: 33 kes hatin desteserkirin û 253 çek hatin girtin

RÛDAW

RÛDAW

24-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW24-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Ji Rojhilatê Kurdistanê banga ji bo Başûr: Tecrubeya Herêma Kurdistanê hêviya hemû gelê Kurd e
Kurdistan24-11-2026

Ji Rojhilatê Kurdistanê banga ji bo Başûr: Tecrubeya Herêma Kurdistanê hêviya hemû gelê Kurd e

Li hin taxên Amed û Rihayê bi rojan e elektrîk nîne
Kurdistan24-11-2026

Li hin taxên Amed û Rihayê bi rojan e elektrîk nîne

Holdînga Kadoogluyê: Navê Mizgefta Mîrekan dê wekî xwe bimîne
Kurdistan24-11-2026

Holdînga Kadoogluyê: Navê Mizgefta Mîrekan dê wekî xwe bimîne

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Îstixbaratê ya Îranê di demekê de ku Tehran zextên xwe yên li ser komên Kurd ên mixalefetê didomîne, ragihand ku li Parêzgeha Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê dest bi ser 253 çekên agirber de hatiye girtin û 33 kes hatine desteserkirin.

Wezaretê 27 kes ji wan bi endamtiya şaneyên “cudaxwaz” ên bi çekan tohmetbar kirin ku tê îdiakirin di komployeke hevbeş a Amerîka û Îsraîlê ya li dijî welêt de cih girtine.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mehrê ya nîvfermî ya Îranê, Birêvebiriya Îstixbaratê ya Parêzgehê ya Wezareta Îstixbaratê di daxuyaniyekê de ragihand:

“Endamên çar şaneyên bi çekan hatin tesbîtkirin û her 27 endam hatin desteserkirin.”

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku ew kom li ser navê plana Amerîka û Îsraîlê tevgeriyaye.

Ev daxuyanî piştî pevçûnên ku bi mehan e di navbera Tehran û komên Kurd ên mixalefetê yên li rojavayê welêt de didomin hat.

Di hefteyên dawî de di pevçûnên ku li herêmên çiyayî yên Merîwan û Serdeştê yên parêzgeha Kurdistanê derketibûn de çend endamên hêzên ewlehiyê yên Îranê mirin.

Bi veguhastina amûrên Starlinkê hatin tohmetbarkirin

Wezaretê îdia kir ku Amerîka û Îsraîl bi mebesta derxistina tevlihevî û tundiyê ya li welêt bala xwe didin ser ewlehiya navxweyî.

Li gorî wezaretê, wan şaneyan ji bo alîkariya Amerîka û Îsraîlê “di veguhastina amûrên Starlinkê yên ji bo bajarên navxweyî yên welêt de” rol lîstiye.

Wezaretê her wiha sê tîmên di nava şaneyan de bi wê yekê tohmetbar kirin ku ji bo êrişan û şerê nav bajaran ji welatên cîran çek derbasî Îranê kirine.

Wezaretê îdia kir, “Yek ji van kesan welatiyê biyanî ye. Ji van tîmên qaçaxçîtiya çekan 201 demançe û tivingên pompalî û 100 şarjorên yedek ên demançeyan hatin tesbîtkirin û dest bi ser wan de hat girtin.”

Hefteya borî jî 9 kes hatibûn desteserkirin

Ev daxuyanî piştî operasyoneke bi heman rengî ya ku hefteya borî li parêzgeha Kurdistanê hatibû kirin hat.

Wezareta Îstixbaratê ragihandibû ku di wê operasyonê de jî 9 kesên ku bi endamtiya du şaneyên cudaxwaz ên bi çekan dihatin tohmetbarkirin hatine desteserkirin.

Rayedaran ragihandibû ku dest bi ser 47 tivingên Kalaşnîkofê, 93 şarjoran, 2 hezar û 700 guleyan û 70 amûrên Starlinkê de hatiye girtin.

Operasyona berê jî îdiayên bi heman rengî yên li ser şaneyên bi çekan û desteserkirina çekan dihewandin lê wezaretê di navbera wan desteserkirinan û desteserkirinên dawî yên li Urmiyeyê de ti pêwendî nedanî.

Komên Kurd îdiayên Îranê red dikin

Îran ji dawiya meha Sibatê û destpêka şer ve tohmetên bi heman rengî dike ku ji Herêma Kurdistanê çek tên şandin.

Artêşa Pasdaran a Îranê meha Gulanê ragihandibû ku wan li nêzîkî Urmiyeyê pêşî li şandina barekî çekan girtiye.

Lê belê komên Kurd ên mixalefetê yên ku li Herêma Kurdistanê ne ev îdia red kir.

Nûçeyên Têkildar

Ji Rojhilatê Kurdistanê banga ji bo Başûr: Tecrubeya Herêma Kurdistanê hêviya hemû gelê Kurd e
Kurdistan24-11-2026

Ji Rojhilatê Kurdistanê banga ji bo Başûr: Tecrubeya Herêma Kurdistanê hêviya hemû gelê Kurd e

Li hin taxên Amed û Rihayê bi rojan e elektrîk nîne
Kurdistan24-11-2026

Li hin taxên Amed û Rihayê bi rojan e elektrîk nîne

Holdînga Kadoogluyê: Navê Mizgefta Mîrekan dê wekî xwe bimîne
Kurdistan24-11-2026

Holdînga Kadoogluyê: Navê Mizgefta Mîrekan dê wekî xwe bimîne

Pirsên