Hewlêr (Rûdaw) - Holdînga Kadoogluyê ragihand ku navê Mizgefta Mîrekanê ya li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê dê wekî xwe bimîne.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê, mizgefta dîrokî ya bi navê “Mizgefta Mîrekan” bi temamî tê hilweşandin û li şûna dê mizgefteke nû were avakirin.
Ev mizgefta ku di tomarên fermî de navê wê wekî “Meydan Camii” (Mizgefta Meydanê) jî derbas dibe, yek ji şûnwarên girîng ên serdema Mîrekiya Botanê ye.
Lê projeya nû ya ku tê plankirin li cihê wê bê avakirin, ji ber guhertina navê mizgeftê û neparastina nasnameya wê ya dîrokî bûbû cihê dilgiraniyê.
Lêkolîner û nivîskarê ji Cizîra Botanê Abdullah Yaşin li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivîbû û nerazîbûn li hemberî projeya nû nîşan dabû û gotibû ku nabe navê mizgeftê were guhertin.
Holdînga Kadoogluyê li ser navê projeyê daxuyaniyeke nû da ku dest avêtiye vê projeyê û plan dike ku li wê derê di bin navê “Kulliyeya Cemal Kadooglu” de mizgefteke nû, kurseke Quranê û maleke şînê ava bike.
Malbata Kadooglu di daxuyaniya xwe ya ji bo şêniyên Cizîrê û raya giştî de wiha got:
“Wekî malbata Kadooglu û di serî de jî Cemal Kadooglu, rêza me ya li hemberî dîrok, çand û nirxên manewî yên bajarê me yê kevnar Cizîrê ti carî nebûye mijara nîqaşê.
Armanca projeya ji nû ve avakirina Mizgefta Meydanê (Mîrekan) ne tunekirina mîrasa dîrokî ye, zindîhiştin û gihandina wê ya ji bo nifşên paşerojê ye.
Di çarçoveya projeyê de dê navê dîrokî yê mizgeftê bê parastin û ji bo îbadetê bê vekirin. Tirbeyên mîrên Botanê jî dê bi parastina tevna wan a dîrokî bên sererastkirin û ji bo serdanê bên vekirin.”
“Xwedîderketina li mîrasa çandî berpirsyariya her kesî ye”
Malbata Kadooglu destnîşan kir ku xwedîderketina li mîrasa dîrokî û çandî ya Cizîrê berpirsyariya hevpar a her kesî ye û wiha berdewam kir:
“Lê ne pêkan e ku em qebûl bikin beriya ku naveroka rastîn a projeya me derkeve holê, bi zanyariyên kêm û şaş di raya giştî de nêrîneke cuda bê avakirin.
Em dê wekî malbata Kadooglu li dîrok, çand û nirxên manewî yên Cizîrê xwedî derkevin û em dê van nirxan bigihînin nifşên paşerojê.”



