کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Îraqê li ser qadên petrolê û deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê biryarên nû dan

RÛDAW

RÛDAW

24-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW24-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Neteweyên Yekbûyî: Jenerator û şewitandina gazê hewaya Herêma Kurdistanê jehrî kiriye
Kurdistan24-11-2026

Neteweyên Yekbûyî: Jenerator û şewitandina gazê hewaya Herêma Kurdistanê jehrî kiriye

Li Urmiyeyê operasyona Îranê: 33 kes hatin desteserkirin û 253 çek hatin girtin
Kurdistan24-11-2026

Li Urmiyeyê operasyona Îranê: 33 kes hatin desteserkirin û 253 çek hatin girtin

Ji Rojhilatê Kurdistanê banga ji bo Başûr: Tecrubeya Herêma Kurdistanê hêviya hemû gelê Kurd e
Kurdistan24-11-2026

Ji Rojhilatê Kurdistanê banga ji bo Başûr: Tecrubeya Herêma Kurdistanê hêviya hemû gelê Kurd e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Falih Zeydî piştî ku rapora komîteya lêkolînê ya li ser qaçaxçîtiya petrolê ya li Şirketa Petrola Bakur xwend, rêzek biryarên îdarî, dadwerî, ewlehî û teknîkî dan.

Di nav biryaran de dûrxistina hejmarek berpirsên bilind ên leşkerî û sivîl, pêdaçûna li peymanan û tedbîrên nû yên li hemberî deriyên sînorî û qadên petrolê yên di bin desthilata Herêma Kurdistanê de hene.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan îro li ser van biryaran daxuyaniyeke fermî belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Elî Falih Zeydî ev biryar ji bo parastina serweriya niştimanî û samana Îraqê standine û tekez kiriye ku "serweriya niştimanî nayê dabeşkirin û parastina samana Îraqê şerekî çarenivîssaz e ji bo ku sînorekî teqez li ber hemû cureyên qaçaxçîtiyê bê danîn."

Yekem: Biryarên îdarî û cezayî

Serokwezîrê Îraqê biryar da ku ev guherîn û ceza bên bicihanîn:

  1. Serokê Desteya Deriyên Sînorî yên Îraqê ji kar hat dûrxistin.
  2. Fermandarê Operasyonên Kerkûkê û Birêvebirê Polîsê Kerkûkê ji ber ku wan dosyeya qaçaxçîtiya berhemên petrolê neşopandiye ji kar hatin dûrxistin.
  3. Fermandarê Lîwaya Yekem a Polîsê Enerjiyê, alîkarî wî, Birêvebirê Îstîxbarata wê lîwayê û Birêvebirê Beşa Xalên Kontrolê yên lîwayê ji karên xwe hatin dûrxistin.
  4. Cezayê hişyarkirinê li Birêvebirê Asayîşa Niştimanî û Birêvebirê Îstîxbarata Niştimanî yên parêzgeha Kerkûkê hat birîn.
  5. Karên Birêvebirê Giştî yê Şirketa Petrola Bakur û alîkarên wî heta ku lêkolînên Desteya Destpakiyê ya Federal biqedin hatin rawestandin. Her wiha birêvebirê berê yê şirketê ji bo lêkolînê hat şandin.
  6. Birêvebirê Beşa Kontrolê yê li Kerkûkê yê Şirketa Giştî ya Belavkirina Berhemên Petrolê ji ber ku erkên xwe bi cih neanîne ji kar hat dûrxistin.
  7. Karên Birêvebirê Giştî yê Bipêşketina Pîşesazî û Birêvebirê Giştî yê Şirketa Pîşesaziyên Kanzayî yên li Wezareta Pîşesazî û Kanzayan heta ku lêkolînên Desteya Destpakiyê ya Federal biqedin hatin rawestandin.

Duyem: Pêşniyarên îdarî, teknîkî û şandina dadgehê

Li gorî daxuyaniyê, biryar hatiye dayîn ku dosye û binpêkirin ji dadgehê re bên şandin û Desteya Destpakiyê ya Federal li ser van xalan lêkolînê bike û wan bibe ber dadwerê Dadgeha Lêkolînê ya Tawanên Têkoşîna li Dijî Gendeliyê ya Navendî:

  1. Peymanên firotina berhemên petrolê yên di navbera Şirketa Petrola Bakur, şirketa "Mihwer Fizî" û şirketên din de bên kontrolkirin û piştrastbûn ji hemû wê petrola ku hatiye dabînkirin çêbibe.
  2. Rêbazên radestkirin û dabînkirina petrola xav ji aliyê Wezareta Petrolê ve ji bo her du parzûngehên "Baziyan" û "Kar" bên kontrolkirin da ku bê piştrastkirin ka petrola ku hatiye dayîn û ya ku hatiye wergirtin wekî hev in an na.
  3. Li gel birêvebir û karmendên Şirketa Petrola Bakur ji ber xemsarî û binpêkirinên wan ên di şopandinê de lêkolîn bê kirin.
  4. Li ser wan destûrên ku ji aliyê Wezareta Pîşesazî û Kanzayan (Birêvebiriya Bipêşketina Pîşesazî) ve ji bo hemû kargehan û wan şirketên ku bûne sedema hederdana samana giştî hatine dayîn lêkolîn bê kirin.
  5. Li ser wan pereyên ku ji bo nobedarên sivîl ên parastina boriyên petrolê hatine xerckirin lêkolîn bê kirin, ji ber ku ew kes li Şirketa Petrola Bakur nînin.
  6. Li ser binpêkirinên ku ji ber nebûna testên laboratuwarê hatine tomarkirin lêkolîn bê kirin û qasê wan berhemên petrolê yên ku bi rêya deriyên Herêma Kurdistanê ji Îraqê derketine bê eşkerekirin.

Sêyem: Biryarên li ser Herêma Kurdistanê û deriyên sînorî

Serokwezîrê Îraqê 3 biryarên sereke li ser Herêma Kurdistanê û deriyên sînorî dan:

  1. Ji Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re rênimayek bê şandin ku ji bo hinartina petrola xav û berhemên petrolê ti destûrekê nede û ev kar tenê bi rêya Wezareta Petrolê ya Federal bê kirin da ku desthilat têkelî hev nebin.
  2. Desteya Deriyên Sînor ên Îraqê hemû deriyên sînor ên li Herêma Kurdistanê wergire.
  3. Wezareta Petrolê bê erkdarkirin ku hemû wan qadên petrolê yên girêdayî wezaretê bi rê ve bibe ku dikevin sînorên îdarî yên parêzgehên Diyala, Kerkûk, Selahedîn û Nînowayê û ji aliyê ewlehiyê ve di bin desthilata Herêma Kurdistanê de ne.

Çarem: Tedbîrên ewlehî, leşkerî û kontrolkirina sînoran

Di warê ewlehî, leşkerî û kontrolkirina sînoran de jî ev biryar hatin dayîn:

  1. Fermandariya Hêzên Sînor dê hemû deriyên nefermî yên li ser sînorên navneteweyî yên bi welatên cîran re bigire, tevî deriyên nav Herêma Kurdistanê jî.
  2. Wezareta Parastinê hat erkdarkirin ku her du lîwayên Yekem û Duyem ên Erkê Hevbeş hemû rêyên bejayî û alîkar ên di navbera parêzgehên Diyala, Selahedîn, Kerkûk û Nînowa û Herêma Kurdistanê de bigirin.
  3. Wezareta Karên Navxwe, Birêvebiriya Polîsê Enerjiyê erkdar kir ku hemû qadên petrolê wergire, biparêze û bi kamerayan çavdêriya wan bike, tevî wan qadên ku dikevin sînorên îdarî yên hikûmeta federal û ji aliyê ewlehiyê ve di bin desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne.

Pêncem: Tedbîrên teknîkî, çavdêrî û endezyariyê

Di dawiya biryaran de, ev gavên teknîkî û endezyariyê hatin diyarkirin:

  1. Ji bo rêkxistina tevgera berhemên petrolê ya di navbera parêzgehan de û bi rêya deriyên sînorî dê mekanîzmayeke zelal bê amadekirin û hemû alî dê pêbendî wê bin.
  2. Ji bo parastin û çavdêrîkirina borî û bîrên petrolê dê teknolojiya nû bê bikaranîn û "Pergala Niştimanî ya Dîjîtal ji bo Çavdêrîkirina Hêlên Petrolê û Eşkerekirina Qaçaxçîtiyê" bê avakirin.
  3. Wezareta Petrolê dê li ser hemû bîrên petrolê yên çalak ên Îraqê pîverên elektronîk deyne.
  4. Tîma endezyariyê ya Nivîsîngeha Serokwezîr dê li xalên kontrolê yên ketina Silêmanî, Hewlêr û Dihokê cihên taybet amade bike da ku karmendên Wezareta Petrolê, Polîsê Enerjiyê û Asayîşa Niştimanî tê de bi cih bibin. Her wiha li wan xalên kontrolê dê ji bo pişkinîna berhemên ku diçin wan parêzgehan laboratuwar bên danîn.
  5. Wezareta Pîşesazî û Kanzayan hat erkdarkirin ku di nava 6 mehan de hemû kargehên qîra oksîdkirî û neftayê yên li sînorên îdarî yên parêzgehên Diyala, Selahedîn, Kerkûk û Neynewayê yên ku li derveyî kontrola ewlehî ya hikûmeta federal in, veguhêze deverên din ên nav heman parêzgehan.


Nûçeyên Têkildar

Neteweyên Yekbûyî: Jenerator û şewitandina gazê hewaya Herêma Kurdistanê jehrî kiriye
Kurdistan24-11-2026

Neteweyên Yekbûyî: Jenerator û şewitandina gazê hewaya Herêma Kurdistanê jehrî kiriye

Li Urmiyeyê operasyona Îranê: 33 kes hatin desteserkirin û 253 çek hatin girtin
Kurdistan24-11-2026

Li Urmiyeyê operasyona Îranê: 33 kes hatin desteserkirin û 253 çek hatin girtin

Ji Rojhilatê Kurdistanê banga ji bo Başûr: Tecrubeya Herêma Kurdistanê hêviya hemû gelê Kurd e
Kurdistan24-11-2026

Ji Rojhilatê Kurdistanê banga ji bo Başûr: Tecrubeya Herêma Kurdistanê hêviya hemû gelê Kurd e

Pirsên