کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Wêne: Baregeha Barzanî

Wêne: Baregeha Barzanî

Kurdistan

Serok Barzanî û Konsulê Rûsyayê pêwendiyên dîrokî nirxandin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

24-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran24-11-2026

Nûçeyên Têkildar

PDK û YNKyê li dijî biryara Îraqê daxuyaniyeke hevpar belav kir
Kurdistan24-11-2026

PDK û YNKyê li dijî biryara Îraqê daxuyaniyeke hevpar belav kir

Li Sineyê keçeke 19 salî ji aliyê dê û bavê xwe ve hat kuştin
Kurdistan24-11-2026

Li Sineyê keçeke 19 salî ji aliyê dê û bavê xwe ve hat kuştin

Mesrûr Barzanî: Biryarên Îraqê nayên qebûlkirin
Kurdistan24-11-2026

Mesrûr Barzanî: Biryarên Îraqê nayên qebûlkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî û Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê Hewlêrê Marat Razhbadinov pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de gotûbêj kirin.

Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê Konsulê Giştî yê nû yê Rûsyayê yê Hewlêrê Marat Razhbadinov qebûl kir.

Rola Barzaniyê Nemir a di pêwendiyên her du aliyan de

Baregeha Barzanî li ser naveroka hevdîtinê ragihand ku Konsulê Giştî yê Rûsyayê ji ber destpêkirina karê xwe yê li Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe anî zimên.

Konsulê Rûsyayê Marat Razhbadinov qala pêwendiyên dîrokî yên di navbera Rûsya û gelê Kurdistanê de kir.

Marat Razhbadinov her wiha rola Barzaniyê Nemir (Mele Mistefa Barzanî) a di kûrkirina dostaniya her du aliyan de bilind nirxand û tekezî li ser xwesteka welatê xwe ya ji bo bipêşxistina pêwendiyan a di warên cuda de kir.

"Herêma Kurdistanê ji bo Rûsyayê xwedî girîngiyeke taybet e"

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Konsulê Giştî yê Rûsyayê eşkere kir ku Herêma Kurdistanê ji bo Rûsyayê xwedî girîngiyeke taybet e.

Konsulê nû rola Herêma Kurdistanê ya di aramiya Îraqê û herêmê de bilind nirxand û pesnê xebat û qurbaniyên gelê Kurdistanê da.

Serok Mesûd Barzanî jî bi germî Konsulê Giştî yê Rûsyayê pêşwazî kir.

Serok Barzanî ji ber destbikarkirinî pîrozbahî lê kir û ji bo bicihanîna erkên wî yên li Hewlêrê piştgiriya xwe nîşan da.

Baregeha Barzanî her wiha da zanîn ku Serok Barzanî pêwendiyên gelê Kurdistanê û Rûsyayê wekî pêwendiyên dîrokî, xurt û dostane bi nav kirin û xwest ku ew pêwendî zêdetir werin berfirehkirin.

Pirsên