کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî / Wêne: Arşîv

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Biryarên Îraqê nayên qebûlkirin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

24-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran24-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Sineyê keçeke 19 salî ji aliyê dê û bavê xwe ve hat kuştin
Kurdistan24-11-2026

Li Sineyê keçeke 19 salî ji aliyê dê û bavê xwe ve hat kuştin

Li Farqînê di şikeftekê de hestiyên mirovan hatin dîtin
Kurdistan24-11-2026

Li Farqînê di şikeftekê de hestiyên mirovan hatin dîtin

Îraqê li ser qadên petrolê û deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê biryarên nû dan
Kurdistan24-11-2026

Îraqê li ser qadên petrolê û deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê biryarên nû dan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser biryarên îro yên Îraqê ragihand, “Cihê matmayînê ye û bi ti awayî nayê qebûlkirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Çiriya Paşîna 2026an bersiva pirsên rojnamegeran da.

Mesrûr Barzanî di daxuyaniyên xwe de behsa parastina qewareya Herêma Kurdistanê, pêwendiyên li gel Bexdayê, projeyasaya budceyê, çavkaniyên xwezayî û Lûtkeya Hewlêrê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di destpêkê de yekrêziya navxweyî xwest û got:

“Ez hêvî dikim hemû alî hest bi wê yekê bikin ku mijara parastina qewareya Herêma Kurdistanê û parastina vê tecrubeyê ji hemû destkeftiyeke kesî û partîtî mezintir e.

Divê her takekesekî Herêma Kurdistanê hest bi berpirsyariya xwe ya dîrokî bike. Em amade ne nakokiyên xwe bidin aliyekî û em hemû bibin Pêşmerge ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê.”

“Tiştê ku îro hatiye kirin nayê qebûlkirin”

Mesrûr Barzanî li ser projeyasaya budceya 2021an û daxuyaniya Bexdayê matmayîbûna xwe nîşan da û got:

“Em bi wê daxuyaniya ku îro derket matmayî man, ji ber ku li gel naveroka wan gotûbêjên ku berê me li gel desthilata Bexdayê hebûn nagunce.

Şandeya wan peyamên cuda gihandibûn me ku araste li ser bingeha destûrê ber bi çareserkirina pirsgirêkan ve bû. Lewma ev tiştê îro hatiye kirin bi ti awayî cihê qebûlkirinê nîne.”

Civîna sêalî ya li ser qada Kormorê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser civîna sêalî ya çend rojên borî ya taybet bi qada Kormorê, pêşhatên gaza xwezayî û biryarên Serokwezîrê Îraqê jî axivî.

Wî zelal kir ku di wê civînê de li ser çawaniya bicihanîna mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê yên li ser çavkaniyên xwezayî bipêşketineke baş hebûye.

Mesrûr Barzanî li ser hevahengiya bi Bexdayê re jî got:

“Her tiştê ku li derveyî wê çarçoveyê be li cem me ne qebûlkirî ye. Em amade ne hevahengiyê li gel Bexda û şirketan bikin da ku di berjewendiya çavkaniyên xwezayî û berjewendiya xelkê Îraqê de be lê her tim soz dane û soz nehatine cîbicîkirin.”

Peyama ji bo civaka navneteweyî û Lûtkeya Hewlêrê

Serokwezîrê Kurdistanê li ser helwesta civaka navneteweyî hêvî kir ku civaka navneteweyî rêzê li destûrê bigire û bi wî awayê ku deng li serê hatiye dayîn bibe garantorê wê.

Her wiha hêviya xwe anî zimên ku di heman demê de piştgiriyê bide parastina mafên xelkê Kurdistanê û Îraqa federal.

Mesrûr Barzanî li ser lidarxistina Lûtkeya Hewlêrê li Herêma Kurdistanê û planên paşerojê jî diyar kir ku ew hêvîdar e sazkirina wê lûtkeyê li Herêma Kurdistanê berdewam be û Herêma Kurdistanê her tim bibe aliyekî çalak ê van forum û lûtkeyan.

“Deriyê gotûbêjê li gel Bexdayê nehatiye girtin”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser gavên gihîştina hevtêgihîştineke di navbera Hewlêr û Bexdayê de ku mafên Herêma Kurdistanê misoger bike, tekez kir ku deriyê gotûbêjê li gel Bexdayê nehatiye girtin.

Mesrûr Barzanî da zanîn ku bi baweriya wan her pirsgirêkek bi rêya gotûbêjê tê çareserkirin lê divê gotûbêj bi temamî li ser bingeha destûrê bin, ne li ser bingeha biryarên takekesî û binpêkirina mafên destûrî.

Mesrûr Barzanî di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got:

“Em dê li ser gotûbêjê berdewam bin. Bi ti awayî gaveke nedestûrî li cem Herêma Kurdistanê ne pesendkirî ye lê eger li ser bingeha destûrê be, derî vekirî ye ji bo ku em li ser hemû pirsan bigihîjin peymaneke hevbeş.”

Nûçeyên Têkildar

Li Sineyê keçeke 19 salî ji aliyê dê û bavê xwe ve hat kuştin
Kurdistan24-11-2026

Li Sineyê keçeke 19 salî ji aliyê dê û bavê xwe ve hat kuştin

Li Farqînê di şikeftekê de hestiyên mirovan hatin dîtin
Kurdistan24-11-2026

Li Farqînê di şikeftekê de hestiyên mirovan hatin dîtin

Îraqê li ser qadên petrolê û deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê biryarên nû dan
Kurdistan24-11-2026

Îraqê li ser qadên petrolê û deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê biryarên nû dan

Pirsên