Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîner û çavdêrê siyasî Şêrwan Şemêranî ragihand ku piştgiriya derve li pişt biryarên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî heye.
Lêkolîner û çavdêrê siyasî Şêrwan Şemêranî li ser biryarên tund ên Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî yên li dijî Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.
Şêrwan Şemêranî ragihand ku ew biryar ne tenê neyasayî û li dijî destûrê ne, di heman demê de piştgiriya herêmî û navneteweyî jî li pişt wan heye.
Şemêranî ku ji Silêmaniyê beşdarî bernameyê bû, diyar kir ku bingeha van gavên Bexdayê xwe dispêre du rewşên sereke: rewşa herêmî û navneteweyî û valahiya yasayî ya li navxweyê Îraqê.
Paşxana herêmî û navneteweyî
Li gorî gotina Şêrwan Şemêranî, piştî bûyerên dawî yên li Sûriyeyê û gavên ku hikûmeta Şamê bi piştgiriya Amerîkayê û bi taybetî ya Tom Barrack li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) avêtin, niha Îraq jî heman tiştî ducare dike û got:
"Li Rojhilata Navîn hemû ew hêzên ku li navçeyê ne, di nav de nûnerên Amerîkayê jî li gel dewleta navendî ne, ne ku dewleta federal, ji ber ku ew dixwazin bi rêya dewleta navendî berjewendiyên xwe biparêzin."
Wî her wiha bal kişand ser wê yekê ku ji bo Kurdên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê çav li tecrubeya Herêma Kurdistanê nekin, niha wisa hatiye kirin ku Bexda teqlîda Enqere û Şamê bike û piştgiriya vê yekê jî tê kirin.
Şemêranî li ser helwesta Amerîkayê jî tekez kir ku birêvebiriya Donald Trump bêhtir bi kesayetan re dixebite ne ku bi sazî, destûr û yasayan re.
Wî bi bîr xist ku bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn û yên Rojavayê Kurdistanê jî di serdema Trump de qewimîn û got:
"Heke Amerîkayê lambeya kesk ji bo Elî Zeydî venexistibe jî ew ne nerazî ye. Ji bo rûbirûbûna Îranê pêwîstiya Amerîkayê zêdetir bi Elî Zeydî heye ne bi Herêma Kurdistanê."
Şemêranî îdia kir ku niha 3 kes li Bexdayê hikûmraniya Îraqê dikin: Fayeq Zêdan, Mihemed Helbûsî û bi rêya dezgeha cîbicîkar jî Elî Zeydî.
Bi nêrîna wî, pêwendiya sereke ya bi Amerîkiyan re di destê Fayeq Zêdan de ye û Elî Zeydî bêyî erêkirina Zêdan ti gavan naavêje.
Valahiya yasayî û binpêkirina destûrê
Şemêranî eşkere kir ku ji dema pesendkirina Destûra Îraqê ya salên 2005-2006an ve heta niha, ew madeyên destûrî yên ku pergala federal ava dikin nekirine yasa û niha Bexda hîn jî bi yasayên totalîtar ên rejîma Beasê tevdigere.
Wî parlamenterên Herêma Kurdistanê yên ji sala 2005an û vir ve di vê mijarê de berpirsiyar dîtin ku nekarîne wan madeyên destûrî bikin yasa.
Şemêranî li ser guncawbûna biryarên Zeydî bi pergala federal re got ku ew biryar li gel madeyên 111, 113 û 114an ên Destûra Îraqê naguncin.
Wî da zanîn ku destûr dibêje divê samana xwezayî "bi hev re" bê birêvebirin û hikûmeta Bexdayê nikare bi awayekî yekalî gavên wiha biavêje lê ji ber nebûna yasayê dadgeh nikare xwe bispêre wan.
Şemêranî her wiha amaje bi daxuyaniya bernameya hikûmeta Zeydî ya çend meh berê kir û diyar kir ku wê demê jî qala maf û peymanên Herêma Kurdistanê nehatibû kirin, tenê pêbendbûna Herêma Kurdistanê ya bi biryarên Bexdayê ve hatibû xwestin û got:
"Biryarên niha wekî rênimayan tên derxistin da ku bi awayekî defakto li ser Herêma Kurdistanê bên ferzkirin."
wî di heman demê de qala bîranînên Zalmay Xelîlzad kir û anî zimên ku Xelîlzad ji bo razîkirina Şîeyan madeya 111ê xistiye nav destûrê û ev yek wekî "bombeyekê" di nav Destûra Îraqê de bi nav kir.
Rola Dadgeha Federal û gefa budceyê
Şemêranî li ser îhtimala ku Herêma Kurdistanê serî li Dadgeha Federal bide tekez kir ku Zeydî heta ji piştgiriya Fayeq Zêdan û Dadgeha Federal piştrast nebûya, ev biryar nedidan.
Wî Dadgeha Federal wekî "amûreke di destê Fayeq Zêdan de" pênase kir û diyar kir ku Herêma Kurdistanê nikare bi rêya wê dadgehê ti encaman bi dest bixe.
Her wiha Şemêranî bal kişand ser wê yekê ku di dema borî de dema Zeydî soza şandina meaşan di dema xwe de da, li Herêma Kurdistanê bi germî pêşwazî lê hat kirin, bêyî ku paşxana wê helwestê bê xwendin.
Wî got ku niha Zeydî dikare pirsa budceyê wekî karteke fişarê û gefê li dijî Herêma Kurdistanê bi kar bîne û gotiye ku ew dê budceyê neşîne parlamentoyê heta van dosyeyan bi Herêma Kurdistanê re yekalî neke.
Divê Herêma Kurdistanê çi bike?
Li ser rêyên çareseriyê û helwesta ku divê Herêma Kurdistanê nîşan bide, Şêrwan Şemêranî bal kişand ser van xalan:
“Divê Herêma Kurdistanê nekeve bin barê van biryaran û wan red bike.
Li ser wan xalên ku cihê dan û standinê ne, bi Bexdayê re bikeve nav gotûbêjan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokê Herêmê di warê dîplomatîk û siyasî de dikarin bi pêwendiyên xwe yên eşkere û veşartî bandoreke rasterast li ser vê pirsê bikin.
Herêma Kurdistanê dikare bi rêya Silêmaniyê bi Îranê re biaxive, ji ber ku piştî Herêma Kurdistanê, Îran ew alî ye ku herî zêde zererê ji van gavên Zeydî dibîne ku Amerîka piştgiriya wan dike.
Tehran dikare bi rêya hevpeymanên xwe yên wekî Hadî Amirî û komên çekdar ên li Bexdayê zextê bike.”
Şemêranî di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ji bilî redkirina van biryaran û hewldana dan û standina bi Bexdayê re, di vê qonaxê de bijardeyên din ên Herêma Kurdistanê sînordar in.



