کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Logoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê / Wêne: Arşîv

Logoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê li ser biryarên Bexdayê civiya

RÛDAW

RÛDAW

25-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW25-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Biryarên Bexdayê yên li dijî Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin
Kurdistan25-11-2026

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Biryarên Bexdayê yên li dijî Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin

PYK-S: Divê hêzên Kurdistanê li dijî zextên Bexdayê bibin yek
Kurdistan25-11-2026

PYK-S: Divê hêzên Kurdistanê li dijî zextên Bexdayê bibin yek

Banga Yekîtiya Zanayan: Divê aliyên Kurdistanî yekrêz û yekhelwest bin
Kurdistan25-11-2026

Banga Yekîtiya Zanayan: Divê aliyên Kurdistanî yekrêz û yekhelwest bin

Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê li ser biryarên dawî yên Bexdayê civiya û ragihand ku ew pêbendî bicihanîna hemû erkên xwe yên destûrî ne û di heman demê de bicihanîna hemû mafên xwe yên destûrî jî dixwazin.

Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro (25ê Çiriya Paşîn) bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.

Mijara sereke ya civînê diyarkirina helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser tedbîrên doh ên hikûmeta federal bû.

"Zimanê leşkerî û gefan tê redkirin"

Encumena Wezîran diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan a li ser bingeha destûrê her tim amade ye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe ya kûr li hemberî daxuyaniya Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê nîşan da û destnîşan kir ku ev daxuyanî binpêkirina mafên destûrî yên statuya Herêma Kurdistanê ye.

Her wiha hat diyarkirin ku ev helwest nîşaneya nebaweriya bi sîstema federalî ye û hewlek e ji bo vegerandina Îraqê ber bi rejîmeke navendî ya li dijî destûrê.

Encumena Wezîran bikaranîna zimanê gef û leşkerî bi tundî red kir û ragihand ku ev gav planeke ji berê ve amadekirî ya li dijî statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye.

"Divê qaçaxçîtiya petrolê bê rawestandin"

Encumena Wezîran ducare kir ku Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna gendeliyê û karên neyasayî her tim piştgir bûye û bi hikûmeta federal re di nav hevahengiyê de ye.

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku li tevahiya Îraqê rê li ber gendelî û qaçaxçîtiya petrolê bê girtin.

Encumena Wezîran bal kişand ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê berhema qurbanîdana pêşmergeyan û xwîna hezaran şehîdan e û ti kesî xêr pê nekiriye.

Her wiha hat gotin ku Herêma Kurdistanê ti carî dest ji mafên xwe bernade ku ev maf tenê mûçe, budce û heqdest nînin, mafekî siyasî û doza rewa ya gelê Kurdistanê ne.

"Pêwîst e pirsgirêk bi rêya diyalog û dan û standinê bên çareserkirin"

Encumena Wezîran destnîşan kir ku divê arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalog, dan û standin û lihevtêgihiştinê di çarçoveya destûrê de bên çareserkirin.

Hikûmetê xwest ku Destûra Daîmî ya Îraqê bi temamî bê bicihkirin, bi taybetî Madeya 140î ku bi salan e hatiye paşguhkirin û ji bo asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî birêvebiriya Herêma Kurdistanê ti gav nehatine avêtin.

Encumena Wezîran her wiha da zanîn ku divê li gorî madeyên destûrê Encumena Federal a Îraqê were avakirin û Dadgeha Bilind a Federal li gorî destûrê bê sazkirin da ku nûnertiya hemû pêkhateyên Îraqê bike.

Di dawiya civînê de spasiya helwesta niştimanî ya xelkê Kurdistanê, hêzên siyasî û nûnerên Kurd ên li Bexdayê hat kirin û piştgiriya ji bo azadiya derbirînê hat nîşandan.

Pirsên