کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk

Kurdistan

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Biryarên Bexdayê yên li dijî Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

25-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran25-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê li ser biryarên Bexdayê civiya
Kurdistan25-11-2026

Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê li ser biryarên Bexdayê civiya

PYK-S: Divê hêzên Kurdistanê li dijî zextên Bexdayê bibin yek
Kurdistan25-11-2026

PYK-S: Divê hêzên Kurdistanê li dijî zextên Bexdayê bibin yek

Banga Yekîtiya Zanayan: Divê aliyên Kurdistanî yekrêz û yekhelwest bin
Kurdistan25-11-2026

Banga Yekîtiya Zanayan: Divê aliyên Kurdistanî yekrêz û yekhelwest bin

Hewlêr (Rûdaw) - Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ragihand ku biryarên Hikûmeta Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin û xwest ku pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin.

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li ser biryarên dawî yên Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku gelê Herêma Kurdistanê di nava dehan salan de bi bedêlên giran mafê xwe yê otonomiyê bi dest xistiye û di avakirina Îraqa nû de jî xwediyê roleke mezin e.

Înîsiyatîfê amaje pê kir ku makezagona Îraqê ya ku sala 2005an hat pejirandin otonomiya Kurdan bi awayekî zelal qebûl dike lê tevî derbasbûna 21 salan jî hîn madeyên wekî Madeya 140î nehatine cîbicîkirin.

“Bexda dixwaze mafên Başûrê Kurdistanê ji holê rake”

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku di van salên dawî de li dijî otonomiya Kurdan polîtîkayên herêmî û navneteweyî tên meşandin û hat gotin:

“Ji destpêka şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de heta îro, bi sedan caran Başûrê Kurdistanê hedef hat girtin.

Bi hin peymanên ku di van salên dawî de hatin îmzekirin, hat armanckirin ku Başûrê Kurdistanê bê baypaskirin.

Biryarên dawî yên Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî jî yek ji van xelekên lawazkirina otonomiya Kurdistana Federal e.

Hikûmeta Bexdayê armanc dike ku bi awayekî deryasayî mafên otonomiya Başûrê Kurdistanê yên li ser deriyên sînorî û dahata petrolê ji holê rake.”

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk da zanîn ku li Bexdayê li dijî otonomiya Kurdan “komployeke kûr” hatiye amadekirin û bêyî agahdarkirina serok û nûnerên Herêma Kurdistanê bi awayekî veşartî biryar hatine girtin.

Banga yekrêziyê û avakirina hikûmeteke hevpar

Înîsiyatîfê bangî hemû gelê Kurd kir ku Kurdistana Federal ji bîr nekin û wiha pê de çû:

“Gelê Kurd li ku derê dibe bila bibe, li dijî êrişên dijminane dê her tim piştgiriya xwişk û birayên xwe bike û bi awayekî yekhelwestî tevbigere.

Binpêkirina mafê gelê Kurd û têkbirina destkeftiyan ji bo her Kurdekî welatparêz xeta sor e.

Divê demildest Hikûmeta Bexdayê dev ji biryarên deryasayî berde û rêzê li maf û destkeftiyên ku di makezagonê de hatine parastin bigire.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li dijî êrişên li ser otonomiya Kurdan, sekneke yekrêz û yekhelwestî li ser hemû rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Kurdan ferz dibe.

Her wiha hat tekezkirin ku divê ji bo parastina maf û destkeftiyan li Başûrê Kurdistanê di çarçoveya yekîtiya demokratîk de demildest hikûmeteke hevpar û stratejîk bê avakirin.

“Biryarên Bexdayê aramiya Îraqê lawaz dikin”

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk her wiha biryarên Hikûmeta Îraqê şermezar kirin û banga diyalogê kir û got:

“Em biryarên ku ji aliyê Hikûmeta Bexdayê ve hatine girtin bi dilgiranî dişopînin û şermezar dikin. Em bangî Bexdayê dikin ku pirsgirêkên aborî û siyasî bi rêya diyalog û dan û standinê bi birêvebiriya Kurdistanê re gotûbêj bike.

Nasnekirina mafên makezagonî yên Kurdistana Federal, di heman demê de lawazkirina demokrasî û aramiya tevahiya Îraqê ye.”

Nûçeyên Têkildar

Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê li ser biryarên Bexdayê civiya
Kurdistan25-11-2026

Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê li ser biryarên Bexdayê civiya

PYK-S: Divê hêzên Kurdistanê li dijî zextên Bexdayê bibin yek
Kurdistan25-11-2026

PYK-S: Divê hêzên Kurdistanê li dijî zextên Bexdayê bibin yek

Banga Yekîtiya Zanayan: Divê aliyên Kurdistanî yekrêz û yekhelwest bin
Kurdistan25-11-2026

Banga Yekîtiya Zanayan: Divê aliyên Kurdistanî yekrêz û yekhelwest bin

Pirsên