Hewlêr (Rûdaw) - Mistefa Hîcrî da zanîn ku rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê di bin gefên herî metirsîdar ên serdema xwe de ye.
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) Mistefa Hîcrî peyamek belav kir û ji aliyan xwest ku beriya dereng bibe ji bo avakirina hikûmeteke hevgirtî lezê bikin.
Mistefa Hîcrî destnîşan kir ku ev rewşa metirsîdar a ku Herêma Kurdistanê pê re rû bi rû maye, bi awayekî rasterast û nerasterast berhema nakokî û hevrikiya partiyên desthilatdar e.
Hîcrî da zanîn ku tevî derbasbûna zêdetirî 2 salan a di ser hilbijartinan re jî partî li ser pêkanîna parlamentoyê û hikûmeteke hevbeş li hev nakin.
Mistefa Hîcrî piştgiriya partiya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê wekî destkefteke neteweyî anî zimên û dilgiraniya xwe ya li ser rewşê diyar kir û anî ziman:
"Ez dixwazim ku heta dem ji dest neçûye, bi berpirsyarî ji bo avakirina hikûmeteke hevgirtî û yekrêziya niştimanî lezê bikin û bi yekdengî û di çarçoveya rêkarên yasayî de rûbirûyî vê rewşa metirsîdar bibin."
“Dagirker li benda lawazbûnê ne”
Sekreterê Giştî yê PDK-Îyê bi bîr xist ku statuya Herêma Kurdistanê berhema xwîna bi deh hezaran û bi sed hezaran zarokên Kurdan û şehîdên Enfal û kîmyabaranê ye.
Hîcrî destnîşan kir ku ev statu milkê tevahiya neteweya Kurd e li hemû parçeyan û hişyarî da:
"Dagirkerên Kurdistanê di dema lawazbûnê de planên xwe yên pîs pêk tînin."
Mistefa Hîcrî di dawiya peyama xwe de tekez kir:
"Dîrok wan aliyan efû nake ku vê destkefta neteweyî bikin sermaye û dîlê hevrikiyekê ku berjewendiyên neteweyî tê de bibin qurbanî."



