کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Xwenîşandaneke berê ya li ber Keleha Helwêrê / Wêne: Arşîv

Xwenîşandaneke berê ya li ber Keleha Helwêrê / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Rojhilat, Rojava û Başûrê welêt li dijî biryarên Îraqê Ii ser pêyan in

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

26-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran26-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Ken Shockley: Artêşa Îraqê li hemberî Hêza Pêşmergeyan lawaz e
Kurdistan26-11-2026

Ken Shockley: Artêşa Îraqê li hemberî Hêza Pêşmergeyan lawaz e

Cansu Ozdemîr: Îraq hewl dide gav bi gav Herêma Kurdistanê kontrol bike
Kurdistan26-11-2026

Cansu Ozdemîr: Îraq hewl dide gav bi gav Herêma Kurdistanê kontrol bike

DAIŞê li Hisîçayê êrişî xaleke Asayîşê kir: Kuştî û birîndar hene
Kurdistan25-11-2026

DAIŞê li Hisîçayê êrişî xaleke Asayîşê kir: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li Hewlêr, Dihok û Zaxoyê yên Başûrê Kurdistanê, her wiha li Sineya Rojhilatê Kurdistanê, li Qamişlo û çend bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê li dijî biryarên hikûmeta Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê xwenîşandan tên lidarxistin.

Qaymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku amadehî hatine kirin û dê demjimêr 10:30î li ber Çayxaneya Miçkoyê ya li nêzîkî Keleha Hewlêrê kombûna nerazîbûnê dest pê bike.

Qaymeqamê Hewlêrê ji daîreyên hikûmetê û şirketên sektora taybet xwest ku ji bo beşdariya kombûna îro rê li ber karmend û endamên xwe negirin.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî ji Rûdawê re got ku dê hemû çîn, tebeqe û pêkhate beşdarî xwenîşandana îro bibin û hemû amadehî hatine kirin.

Her wiha biryar e îro li ber Zanîngeha Dihokê jî bi pêşengiya Yekîtiya Xwendekar û Lawên Demokrat ên Kurdistanê kombûneke nerazîbûnê were sazkirin.

Nerazîbûnên welatiyên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê li dijî biryarên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ne ku 28ê mehê di çend xalan de belav kiribûn.

Li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê xwenîşandan

Ji doh ve nerazîbûnên li Rojavayê Kurdistanê yên li dijî biryarên hikûmeta Îraqê dest pê kiriye.

Îro piştî nîvro demjimêr 14:00an kombûneke berfireh li Qamişloyê bi rê ve biçe.

Her wiha li çend bajar û bajarokên din jî kombûnên nerazîbûnê dê werin lidarxistin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî doh li bajarê Sineyê banga xwenîşandanê hatibû kirin.

Li gorî bangan, piştî nîvro li Sineyê jî kombûna nerazîbûnê bi rê ve diçe.

Biryarên Bexdayê çi ne?

Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî 24ê mehê rêzebiryar û rêkarên îdarî, dadgerî, ewlehî û teknîkî derxistin.

Di nav wan de girtina rêkarên nû yên li hemberî deriyên sînor û qadên petrolê yên di bin desthilata Herêma Kurdistanê de hebûn.

Biryaran berteka hikûmet û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi xwe re anî û wan ev biryar bi temamî red kirin.

Di biryarên Serokwezîrê Îraqê yên li ser Herêma Kurdistanê de wiha hatibû gotin:

"Arastekirina rênimayan ji bo Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ti rizamendiyan ji bo hinartina petrola xav û berhemên petrolê nede, tenê bi rêya Wezareta Petrolê ya Federal be.

Werirtina hemû deriyên sînor ên li Herêma Kurdistanê ji aliyê Desteya Deriyên Sînorî ya Îraqê ve.

Raspartina Wezareta Petrolê ji bo birêvebirina hemû wan qadên petrolê yên ser bi wezaretê ve ne û dikevin nav sînorê îdarî yê parêzgehên Diyala, Kerkûk, Selahedîn û Nînowayê ku ji aliyê ewlehiyê ve di bin desthilata Herêma Kurdistanê de ne."

Pirsên