کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Ken Shockley: Artêşa Îraqê li hemberî Hêza Pêşmergeyan lawaz e

Dewran Mehmûd

Dewran Mehmûd

26-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Dewran Mehmûd
Dewran Mehmûd26-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Şêx Murşîd Xeznewî: Piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo Kurdan erkek e
Kurdistan26-11-2026

Şêx Murşîd Xeznewî: Piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo Kurdan erkek e

Rojhilat, Rojava û Başûrê welêt li dijî biryarên Îraqê Ii ser pêyan in
Kurdistan26-11-2026

Rojhilat, Rojava û Başûrê welêt li dijî biryarên Îraqê Ii ser pêyan in

Cansu Ozdemîr: Îraq hewl dide gav bi gav Herêma Kurdistanê kontrol bike
Kurdistan26-11-2026

Cansu Ozdemîr: Îraq hewl dide gav bi gav Herêma Kurdistanê kontrol bike

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî hewlên xwe yên ji bo kontrolkirina deriyên sînorî û qadên petrolê yên di bin desthilata Herêma Kurdistanê de zêde kirine, şirovekarekî ewlehiyê yê Amerîkî hişyariyê dide ku têkçûneke di rewşa ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê de dê tenê di berjewendiya Îranê de be û Amerîka dê li hemberî vê yekê bêdeng nemîne.

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî 24ê Çiriya Paşîn ferman da ku deriyên sînor û hejmareke qadên petrolê yên ku demeke dirêj e ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tên birêvebirin bên kontrolkirin.

Ev pêngav di çarçoveya hewleke berfireh a hikûmeta federal de tê ku dixwaze desthilat û samanan vegerîne ser wê bingehê ku "serweriya niştimanî nayê parçekirin û parastina serweta Îraqê şerê man û nemanê ye."

Pisporê siyasî û ewlehiyê û şarezayê kar û barên Îraqê Ken Shockleyê ku berê şêwirmend û rahênerê ewlehiyê yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê bûye bû mêvanê bultena Nûrojê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ku Nalîn Hesenê pêşkêş dike.

Ken Shockley ragihand ku Amerîka dixwaze Herêma Kurdistanê û Bexda di nava aramiyê de bimînin ji ber ku nearamî tenê xizmeta armancên Îranê dike.

Ken Shockley anî zimên:

"Ez di wê baweriyê de me ku Amerîka dê pêşî bi awayekî dîplomatîk destwerdanê bike û eger rewş ji kontrolê derkeve, wekî gaveke dawî dê ji aliyê leşkerî ve destwerdanê bike.

Nearamiya Herêma Kurdistanê tenê xizmeta Îranê dike û zererê dide berjewendiyên Amerîka û Rojhilata Navîn."

“Artêşa Îraqê nikare rû bi rûyê Pêşmergeyan bibe”

Li ser egera rûbirûbûneke leşkerî jî Ken Shockley di wê baweriyê de ye ku artêşa Îraqê xwediyê wê şiyanê nîne ku bi serkeftî şer bi Hêza Pêşmergeyan re bike.

Shockley li ser vê mijarê got:

"Ez di wê baweriyê de me ku hêza artêşa Îraqê nîne rûbirûyê hêzên Kurdan bibe.

Eger tiştekî wiha bike dê rewş têk biçe, aramiya Bexdayê jî bikeve metirsiyê û ev yek jî dê tenê di berjewendiya Îranê de be."

Li ser sedema vê siyaseta Bexdayê jî Shockley amaje bi wê yekê kir ku şiyana Bexdayê nîne rûbirûyê Hêza Pêşmergeyan bibe û diyar kir:

"Tişta tekane ya ku dibe sedema têkbirina Kurdistanê, nakokiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bi xwe ne ku derfetê ji Bexda û Îranê re vedikin."

“Destkeftiyên Herêma Kurdistanê xeta sor in”

Wekî bertekek li hemberî fermana Elî Zeydî, partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) nakokiyên navbera xwe dan aliyekî û di daxuyaniyeke hevbeş de tekez kir:

"Herêma Kurdistanê berhema xwîn û têkoşîna demdirêj a gelê Kurdistanê ye û her destdirêjiyeke li ser maf û destkeftiyên wê xeta sor e."

Ev pêngava Zeydî piştî çend rojan ji serkeftineke wî ya sembolîk a li hemberî Ketayîb Hizbulahê tê ku wekî bihêztirîn koma nêzîkî Îranê ya li Îraqê tê naskirin.

Tevî ku Zeydî hewl dide kontrola xwe ferz bike, Shockley destnîşan dike ku Washington dê bi rêya zextên dîplomatîk bixebite da ku rê li ber her alozî û rageşiyeke leşkerî bigire ku rewşa Îraqê ber bi nearamiyeke zêdetir ve bibe.

Nûçeyên Têkildar

Şêx Murşîd Xeznewî: Piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo Kurdan erkek e
Kurdistan26-11-2026

Şêx Murşîd Xeznewî: Piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo Kurdan erkek e

Rojhilat, Rojava û Başûrê welêt li dijî biryarên Îraqê Ii ser pêyan in
Kurdistan26-11-2026

Rojhilat, Rojava û Başûrê welêt li dijî biryarên Îraqê Ii ser pêyan in

Cansu Ozdemîr: Îraq hewl dide gav bi gav Herêma Kurdistanê kontrol bike
Kurdistan26-11-2026

Cansu Ozdemîr: Îraq hewl dide gav bi gav Herêma Kurdistanê kontrol bike

Pirsên