Mesrûr Barzanî: Berpirsên Bexdayê baweriya xwe bi federalîzmê naynin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîna li gel dîplomatên biyanî û nûnerên Neteweyên Yekbûyî got, "Berpirsên Bexdayê baweriya xwe bi federalîzmê naynin û dixwazin bi hişmendiyeke navendî bi Herêma Kurdistanê re tevbigerin."
Mesrûr Barzanî di civînê de biryarên dawî yên Bexdayê wekî "nedestûrî" bi nav kirin û ew biryar red kirin.
Mesrûr Barzanî tekez kir ku pirsgirêka Hewlêr û Bexdayê tenê mûçe û budce nîne, belkî doza rewa ya gelekî û rêzgirtina li statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi balyoz, konsulên giştî, nûner û dîplomatên welatan û nûnerên ajansên Neteweyên Yekbûyî yên li Herêma Kurdistanê re civiya.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyeke belav kir.
"Bexda bi hişmendiyeke navendî tevdigere"
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî di civînê de bal kişand ser bipêşketinên dawî yên pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de.
Mesrûr Barzanî da zanîn ku piştî sala 2003yan pergala siyasî ya Îraqê li ser bingeha federalîzmê hatiye avakirin û Herêma Kurdistanê li gorî destûrê statuyeke destûrî û yasayî ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir, "Biryarderên Bexdayê baweriya wan bi federalîzmê nîne.
Ew dixwazin bi hişmendiyeke navendî li gel Herêma Kurdistanê tevbigerin û mafên xelkê Kurdistanê bin pê bikin."
Mesrûr Barzanî tekez kir ku divê destûr wekî xwe were bicihanîn, ne ku tenê tiştên di berjewendiya wan de ne pêk bînin û madeyên din piştguh bikin; wekî Madeya 140î ku bi salan e nehatiye bicihanîn û rewşa neasayî ya Kerkûk û deverên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê nehatiye asayîkirin.
"Pirsgirêk tenê mûçe û budce nîne"
Mesrûr Barzanî li ser nakokiyan jî got, "Pirsgirêka gelê Kurdistanê ya bi hikûmeta Bexdayê re tenê mûçe û budce nîne, belkî maf û doza rewa ya gelê Kurdistanê û mikurhatin û rêzgirtina li statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye."
Li ser pêngav û biryarên dawî yên Serokwezîrê Îraqê jî, Mesrûr Barzanî amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo her hevkariyekê ya ji bo rûbirûbûna gendelî û karên neyasayî nîşan da û got:
"Ew rêkar û biryarên ku van demên dawiyê bi navê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê li dijî mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê hatine derxistin, ne destûrî ne û em wan red dikin."
"Bila herin wan ji holê rakin"
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de anî zimên:
"Em li seranserê Îraqê li gel rênedana gendeliyê û diziya samana xwezayî ne û em hemû hevkariyê jî pêşkêş dikin lê bi hinceta rûbirûbûna gendeliyê, hewl tê dayîn ku mafên xelkê Kurdistanê bên binpêkirin û statuya Herêma Kurdistanê têk bibin ku ev nayê qebûlkirin.
Eger bi rastî armanca wan serweriya qanûnê be, Îraq tijî gendelî, dizî û çekên bêdestûr e, bila herin wan ji holê rakin."
Biryarên li ser deriyên sînor û qadên petrolê
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Mesrûr Barzanî tekez kiriye ku gelê Kurdistanê bi hemû hêza xwe dê mafên xwe yên destûrî biparêze û bi ti awayî dev ji wan bernade.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha amadebûna herêmê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya guftûgo û dan û standinan ducare kir.
Ev civîna berfireh a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî wê yekê hat ku 24ê Çiriya Paşîn a 2026an, Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî zincîreyek biryar û rêkar li ser kontrolkirina deriyên sînor û qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê derxistin.
Vê pêngava Bexdayê li Herêma Kurdistanê karvedaneke tund a serkirdayetiya siyasî, saziyên fermî û kolana Kurdistanê bi dû xwe re anî.



