کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Deriyê Sînor ê Kêlê / Wêne: Arşîv

Deriyê Sînor ê Kêlê / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Birêvebirê Gumrikê yê Raperînê: Deriyê Sînor ê Kêlê vekirî ye

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

27-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran27-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Şêx Mihemed Moro: Li Girê Spî 48 gundên Kurdan bêyî xwedî mane
Kurdistan27-11-2026

Şêx Mihemed Moro: Li Girê Spî 48 gundên Kurdan bêyî xwedî mane

PWK: Li dijî gefên li ser Başûrê Kurdistanê yekîtiya neteweyî pêwîst e
Kurdistan27-11-2026

PWK: Li dijî gefên li ser Başûrê Kurdistanê yekîtiya neteweyî pêwîst e

Taylorê peyama Trump a li ser Îraqê rexne kir: Wekî avêtina narincokekê ye
Kurdistan27-11-2026

Taylorê peyama Trump a li ser Îraqê rexne kir: Wekî avêtina narincokekê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Gumrika Raperînê Ebas Ezîz li ser gotegotên girtina Deriyê Sînor ê Kêlê daxuyanî da û got:

“Li ser girtina derî ti nivîseke fermî negihîştiye me. Tevgera bazirganî û hatinûçûna welatiyan bi awayekî asayî berdewam dike.”

Birêvebirê Gumrika Îdareya Raperînê ya parêzgeha Silêmaniyê Ebas Ezîz îro (27ê Çiriya Paşîna) ji Rûdawê re li ser rewşa dawî ya deriyê sînorî agahî dan.

Ebas Ezîzê ku di heman demê de Berpirsê Deriyê Sînor ê Kêlê ye wiha got:

“Heta saetên êvara îro li Deriyê Sînor ê Kêlê tevgera bazirganî û hatinûçûna welatiyan bi awayekî asayî berdewam kir.

Ji bo girtina derî yan rawestandina hatinûçûnê ti belgeyeke fermî negihîştiye ber destê me.”

“Biryara girtinê ne ew qasî hêsan e”

Ebas Ezîz tekezî li ser wê yekê kir ku girtina deriyê sînorî wekî ku di îdiayan de tê gotin ne pêvajoyeke hêsan e û wiha pê de çû:

“Girtina derî ne ew qasî hêsan e. Ji bo vê yekê pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nivîseke fermî me agahdar bike. Gotegotên li ser girtina derî ne rast in.”

“Çavkaniya debara 2 heta 3 hezar malbatan e”

Ebas Ezîz bal kişand ser girîngiya stratejîk a Deriyê Sînor ê Kêlê ya ji bo aboriya herêmê û behsa bandora aborî ya biryareke girtinê kir:

“Deriyê Sînor ê Kêlê yek ji deriyên girîng ên Herêma Kurdistanê ye. Her roj ji Komara Îslamî ya Îranê bi rêya vî derî sewze, fêkî û kel û pelên avahîsaziyê derbasî Herêma Kurdistanê dibin. Girtina derî dê rasterast bandorê li bihayên li bazarê bike.”

Ezîz da zanîn ku girtineke muhtemel dê li herêmê bibe sedema bêkariyê û got:

“Girtina derî dê zerereke gelekî mezin bide herêma Raperînê çimkî debara 2 hezar heta 3 hezar malbatên li herêmê bi vî deriyê sînorî ve girêdayî ye.”

Pirsên