Hewlêr (Rûdaw) - Alîkara Berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Victoria Taylorê piştgiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo gavên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî rexne kir.
Taylorê diyar kir ku peyama Trump zererê dide hewlên çareseriyê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Wê tekez kir ku nabe firotina petrolê ya Herêma Kurdistanê ya ku xwedî statuyeke destûrî ye bi çalakiyên komên çekdar re bê tevlîhevkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro li ser platforma Truth Socialê piştgirî da siyasetên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî.
Trump di parvekirina xwe de got:
“Em piştgiriyê didin hewlên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî yên ji bo çespandina desthilata dewletê li seranserê Îraqê, rawestandina qaçaxçîtiya petrola Îraqê, bidawîanîna gendeliyê û hiştina hemû çekan di bin kontrola tevahî ya dewletê de.”
Trump her wiha diyar kir ku ew li pişt hewlên Zeydî yên ji bo "avakirina Îraqeke yekgirtî, dewlemend û bihêz" in ku biryarên xwe yên siyasî bi xwe dide.
Nêzîkî 4 saetan piştî vê daxuyaniya Trump, Victoria Taylorê li ser Xê parvekirinek kir û got ku nabe Qesra Spî li Îraqê ber bi navendîtiyeke zêdetir ve gav bavêje û gotinên Serokê Amerîkayê rexne kirin.
"Beriya civîna 1ê Kanûna Pêşîn demeke neguncav e"
Nivîsgeha Serokwezîrê Îraqê roja sêşemê 24ê Çiriya Paşîn wezaret û saziyên ewlehiyê ji bo wergirtina kontrola qadên petrolê û deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê erkdar kiribûn.
Her wiha Wezareta Petrolê jî ji bo birêvebirina qadên petrolê yên li parêzgehên Diyale, Kerkûk, Selahedîn û Mûsilê û qada Xurmalayê hatibû erkdarkirin.
Piştî van biryaran, her çar serokatiyên Îraqê ji bo çareserkirina qeyranê li ser lidarxistina civîna diyaloga niştimanî ya roja sêşemê 1ê Kanûna Pêşîn li hev kiribû.
Ev pêvajo piştî lêpirsîna qaçaxçîtiyê ya li Şirketa Petrolê ya Bakur, gava li dijî torên neyasayî û çûna hêzên federal ber bi Curf El-Sexirê ve tê ku baregeha sereke ya Ketaîb Hizbulahê ye.
Taylorê helwesta Trump a di vê demê de rexne kir û got:
“Daxuyaniya îro ya Serokê Amerîkayê wekî avêtina narincokekê ya li navenda nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de ye.”
Taylorê diyar kir ku daxuyanî li şûna banga dûrketina ji tundiyê, dan û standinan û pêbendbûna bi destûrê, di berjewendiya Serokwezîr Elî Zeydî û Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê Fayîq Zîdan de ketiye dewrê û îşareta piştgiriya navendîkirina desthilatê li Bexdayê daye.
Wê da zanîn ku daxuyanî tenê çend roj beriya civîna 1ê Kanûna Pêşîn a di navbera serkirdeyên Îraqî û Kurdan de di demeke neguncav de hatiye.
Taylorê ragihand ku ev helwest hewlên çareseriyê û pêgeha Amerîkayê ya wekî navbeynkareke bawerpêkirî lawaz dike.
Wê tekez kir ku divê Amerîka piştgiriya xwe ya dêrîn a her du partiyan a li Washingtonê ya ji bo Herêmeke Kurdistanê ya bihêz û xweragir di çarçoveya Îraqê de bi bîr bîne.
Taylorê diyar kir ku di nava birêvebiriya Amerîkayê de meyla navendîtiyê heye ku difikire dê mixetabgirtina tenê serkirdeyekî hêsantir be lê li Bexdayê û heta di nava Şîeyan de jî mirov nikare tenê serkirdeyekî bike mixetab û tew Çarçoveya Hevahengiyê jî niha ji zêdetirî 12 serkirdeyan pêk tê.
"Têkiliya wê bi qaçaxçîtiya petrolê re nîne, divê pêşî başûr bê"
Taylorê got ku di vê qonaxê de gotinên Trump ti têkiliya wan bi qaçaxçîtiya petrolê re nîne û wiha nirxand:
“Divê ti kes firotina petrola Kurdistanê bi firotina petrola li Curf El-Sexirê ya ji aliyê Ketaîb Hizbulahê ve tevlîhev neke.
Yek herêmeke nîvotonom e ku xwedî hikûmeta xwe ye û bi destûrê tê parastin, ya din jî komek e ku wekî rêxistina terorê hatiye pênasekirin.”
Taylorê diyar kir ku li ser wê yekê ka çi qas petrol hatiye firotin û dahat bi kû ve diçin pirsên rewa yên Bexdayê hene û tekez kir ku divê ev mijar di dan û standinên li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bên çareserkirin.
Wê anî zimên ku divê çalakiyên rasteqîn ên qaçaxçîtiyê yên li başûrê Îraqê di rêza pêşîn de bin û ew rasterast bi "bêçekkirina mîlîsan" ve girêdayî ne ku mijara herî sereke ya hikûmeta Amerîkayê ye.
"Têkiliya wê bi Îranê re nîne, siyaseta navxweyî ya Îraqê ye"
Taylorê piştî parvekirina xwe bersiva peyamên şîrovekar û welatiyan jî da.
Wê ragihand ku xwesteka Bexdayê ya ji bo guvaşxistina li ser Kurdan û bêdengkirina wan tenê beşekê bi firotina petrolê ve girêdayî ye lê hema bêje bi temamî bi armanca sepandina kontroleke zêdetir a federal li ser Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye.
Taylorê her wiha got:
“Hikûmeta Amerîkayê hêza sereke û handera vê kampanyaya li dijî Kurdan nîne lê ev daxuyanî wiha xuya dike ku piştgiriyê dide wê.
Di çarçoveya Îraqê de ti têkiliya vê rewşê bi Îranê re nîne, ev siyaseta navxweyî ya Îraqê ye.”



