Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) li ser gav û kiryarên dawî yên desthilatdarên federal ên Îraqê dilgiraniya xwe anî zimên.
Konseyê di daxuyaniyekê de ku li ser tora civakî ya Xê belav kiriye diyar kir ku dibe ew gav desthilatên destûrî yên Herêma Kurdistanê yên di warê birêvebirina samanên xwezayî, dahatên navxwe û deriyên sînor de lawaz bikin.
CDK-Fyê roja înê 27ê Çiriya Paşîn a 2026an ragihand:
“Pêgeha siyasî û saziyî ya Başûrê Kurdistanê destkeftên dîrokî yên bingehîn in û berhemê têkoşîn û qurbanîdana bi dehan salan a gelê Kurd in.
Her wiha rêzgirtina li wê pêgeha ku di Destûra Îraqê ya sala 2005an de hatiye çespandin ji bo aramiya siyasî ya Îraqê û parastina sîstema federal bingehîn e.”
“Divê nakokî bi rêya diyalogê bên çareserkirin”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de bi rêya diyalogê û li gorî destûrê bên çareserkirin, bêyî ku şêniyên Kurdistanê bibin qurbaniyên encamên aloziyên siyasî û aborî.
Konseyê her wiha tekezî li ser pêwîstiya bicihanîna bendên hilawîstî yên destûrê û bi taybetî jî Madeya 140î kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê ev gav ji bo qerebûkirina neheqiyên siyasetên erebkirinê were avêtin û derfet ji bo şêniyên Kerkûkê û deverên din ên nakok were dayîn da ku bi awayekî azad biryarê li ser paşeroja xwe bidin.
Banga li PDK, YNK û civaka navneteweyî
Di vê çarçoveyê de Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê ji hemû hêzên siyasî yên Kurdistanî, bi taybetî ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) xwest ku nakokiyên xwe deynin aliyekî.
Konseyê xwest ku yekîtiya niştimanî û berjewendiyên giştî yên gelê Kurd li pêşiya her tiştî bên girtin çimkî divê parastina sazî û destkeftên Kurdistanê li pêşiya hevrikiyên hizbî be.
CDK-Fyê ji desthilatdarên Îraqê xwest ku diyalogê bixin pêşiya karên xwe.
Her wiha bangî Fransayê, Yekîtiya Ewropayê û civaka navneteweyî kir ku çavdêriya rewşê bikin û piştgiriya rêzgirtina li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bikin.
Li gorî daxuyaniyê, eger rêz li mafên gelê Kurd, sazî û xwestekên wî yên demokratîk neyê girtin aramiya Îraqê misoger nabe.
Di dawiya daxuyaniyê de bang hat kirin ku roja şemiyê 5ê Kanûna Pêşîn saet 14:00an li Parîsê civîn û kombûnek bê lidarxistin.



