کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

HAK-PAR: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê bê parastin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

28-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran28-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Hewlêrê binpêkirinên 20 salan ên Hikûmeta Îraqê tomar kirin: Tekane çareserî vegera li destûrê ye
Kurdistan28-11-2026

Hewlêrê binpêkirinên 20 salan ên Hikûmeta Îraqê tomar kirin: Tekane çareserî vegera li destûrê ye

Yekemîn Olîmpiyada Hişê Çêkirî li Herêma Kurdistanê bi beşdariya 100 ciwanan dest pê kir
Kurdistan28-11-2026

Yekemîn Olîmpiyada Hişê Çêkirî li Herêma Kurdistanê bi beşdariya 100 ciwanan dest pê kir

Şandeyên bilind ên PDK û YNKyê li Silêmaniyê civiyan
Kurdistan28-11-2026

Şandeyên bilind ên PDK û YNKyê li Silêmaniyê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) li ser hewldanên dawî yên hikûmeta Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku divê statuya destûrî û destkeftên Herêma Kurdistanê bên parastin.

Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew hewldanên yekalî yên Hikûmeta Navendî ya Îraqê yên ji bo sînordarkirina desthilata îdarî, aborî û destûrî ya Herêma Kurdistanê bi dilgiraniyeke kûr dişopînin.

HAK-PARê bi bîr anî ku Destûra Îraqê ya ku sala 2005an bi vîna gel hatiye pejirandin, yekîtî û aramiya welêt li ser bingeha prensîbên federalîzm, hevkariya demokratîk û parvekirina desthilatê ava kiriye.

HAK-PARê bal kişand ser wê yekê ku Madeyên 115 û 121ê yên Destûrê bi awayekî zelal mafên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên xweseriyê di warên yasadanîn, bicihkirin, ewlehî û darayî de misoger dikin.

“Hewldanên Bexdayê gefê li aştiya civakî dixwin”

HAK-PARê hişyarî da ku hewldana derbaskirina vê çarçoveya destûrî û sepandina kontrola navendî li ser hemû qadan, ji deriyên sînorî û birêvebirina budceyê bigire heta birêvebirina çavkaniyên xwezayî û desthilata cîbicîkar, ne tenê binpêkirina destûrê ye lê gefeke cidî li ser aştiya civakî ya li Îraqê jî çêdike.

HAK-PARê destnîşan kir ku wekî tecrubeyên dîrokî nîşan didin, ferzkirinên yekalî û navendîparêz aramî neaniye û ji bo Îraqê tenê bûne sedema qeyranên nû û bêbaweriyeke kûrtir.

HAK-PARê xwest ku birêvebiriya Bexdayê demildest dev ji wan gavan berde ku zererê didin destkeftên rewa û statuya federal a ku gelê Kurdistanê bi berdêleke giran bi dest xistiye.

Pîrozbahiya daxuyaniya hevbeş a PDK û YNKyê

HAK-PARê daxuyaniya hevbeş a PDK û YNKyê ya li hemberî biryarên Bexdayê silav kir û ew wekî peyameke gelekî girîng nirxand ku fikarên hemû welatparêzan kêm dike.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Em ji ber vê helwesta xwedî prensîb her du partiyan jî silav dikin û pîroz dikin. Em bawer dikin ku ji bo pûçkirina lîstikên li dijî Herêma Kurdistanê û parastin û bipêşxistina destkeftan, dê hemû partiyên li Kurdistanê û di serî de PDK û YNK bi helwest û berpirsiyariyeke hevpar tevbigerin da ku Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî çalak bixebite û hikûmeteke xurt bê avakirin.”

Bangawaziya HAK-PARê

HAK-PARê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir:

Divê hikûmeta navendî ya Îraqê bi temamî pêbendî ruhê Destûra sala 2005an û prensîba hevkariya federal bibe.

Divê hemû nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de di çarçoveya destûrî de, bi rêya wekhevî û diyalogê bên çareserkirin, ne bi rêya cezayên aborî, guvaşên îdarî yan biryarên dadwerî yên yekalî.

Divê civaka navneteweyî û aktorên herêmî ji bo parastina pêkhateya demokratîk û federal a li Îraqê berpirsiyariyeke avaker bigirin ser milê xwe.

HAK-PARê tekez kir ku ew li kêleka mafên destûrî yên rewa yên Herêma Federal a Kurdistanê û gelê wê ne û bangî hemû Kurdên welatparêz û alîgirên aştiyê kir ku piştgiriyê bidin Herêma Kurdistanê.

Pirsên