Hewlêr (Rûdaw) - Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporeke berfireh li ser binpêkirinên Hikûmeta Federal a Îraqê yên li hemberî Destûra sala 2005an belav kir.
Di raporê de hat tekezkirin ku ji sala 2005an û vir ve ku destûr hatiye pejirandin, hemû hikûmetên Îraqê li hemberî destûrê helwesteke “bijartî” û “yekalî” nîşan daye û bi berdewamî binpêkirin kirine.
Di rapora ku îro (28ê Çiriya Paşîn) hat belavkirin de hat diyarkirin ku desthilata Bexdayê li şûna ku destûrê wekî çavkaniyeke yasayî û çarçoveyeke hevpariya rastîn bibîne, li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî tevgeriyaye.
Hat destnîşankirin ku vê yekê li Îraqê dubendî kûrtir kirine û baweriya siyasî lawaz kiriye.
Bi hejmaran binpêkirinên destûrê yên di navbera 2005-2025an de
Di raporê de binpêkirinên li hemberî Herêma Kurdistanê yên di navbera salên 2005 û 2025an de bi van daneyan hatin kurtkirin:
Derengketina 15 salan: Encumena Federal a ku diviyabû li gorî destûrê heta sala 2010an bihata avakirin hîn jî nehatiye damezirandin.
Nûnertiya di bin ji sedî 1ê de: Rêjeya nûnertiya Kurdan a di saziyên federal de, bi taybetî di yekîneyên leşkerî û ewlehiyê de daketiye bin ji sedî 1ê.
Para budceyê li ser ji sedî 5î ma: Para Herêma Kurdistanê ya di budceya federal de ku berê ji sedî 17 bû, piştî birîn û kêmkirinan di rewşa herî baş de li ser asta ji sedî 5î ma.
Birîna meaşên 8 salan: Hikûmeta Îraqê di navbera salên 2014 û 2025an de bi giştî meaşên 8 salên temam ên karmendên Herêma Kurdistanê birîn.
Derengketina 20 salan di Madeya 140î de: Madeya 140î ku dîroka dawî ya destûrî ji bo bicihanîna wê 31ê Kanûna Pêşîn a 2007an bû, tevî derbasbûna nêzîkî bîst salan nehatiye bicihanîn.
14 yasa hilawîstî ne: Zêdetirî 14 yasayên federal ên girîng ku destûrê derxistina wan ferz kiriye hîn jî nehatine derxistin.
Şeş mijarên sereke yên binpêkirinên destûrî yên Bexdayê
Fermangeha Medya û Zanyariyan binpêkirinên Hikûmeta Îraqê di bin şeş sernavên sereke de kom kirin:
Binpêkirina prensîba federalîzmê û hevpariya rastîn
Di raporê de hat bibîrxistin ku li gorî Madeya 1ê ya destûrê Îraq dewleteke federal, parlamenterî û demokratîk e û hat diyarkirin ku Bexdayê bi van gavan zerer daye vê prensîbê:
Paşguhxistina Kurdî (Madeya 4an): Yasaya Zimanên Fermî ya hejmar 7 a sala 2014an li saziyên federal, zanîngehan, dadgehan, konferansên fermî û nivîsarên derve yên Îraqê nehat bicihanîn.
Têkçûna hevsengiya di artêş û hêzên ewlehiyê de (Madeya 9/1ê): Di Artêşa Îraqê de hevsengiya di navbera pêkhateyan de nehat parastin û astên bilind ên fermandariyê li derveyî hevpariya niştimanî hatin yekdestkirin.
Neavakirina Encumena Federal (Madeyên 48, 65 û 137an): Bêyî meclisa duyem a ku mafên herêm û parêzgehan misoger dike, Parlamentoya Îraqê bi tena serê xwe derxistina yasayan domand.
Yasaya Dadgeha Bilind a Federal (Madeya 92yan): Dadgeh hîn jî bi yasayeke beriya destûrê dixebite û biryarên li dijî sîstema federal dide.
Bêbandorkirina saziyên serbixwe (Madeyên 105, 106 û 107an): Desteya Giştî ya Şopandina Dahatên Federal nehat avakirin. Desteya Xizmeta Giştî ya Federal jî tevî ku yasaya wê sala 2014an derketiye nehatiye aktîvkirin.
Armancgirtina desthilatên Herêma Kurdistanê (Madeyên 117, 121 û 141ê): Bi yasayên yekalî û biryarên dadgehê hewl hat dayîn ku desthilatên Herêma Kurdistanê bên tengkirin, rê li ber rêkxistina Hêzên Parastina Herêmê (Pêşmerge) hat girtin û li balyozxaneyên Îraqê ofîsên nûnertiya Herêma Kurdistanê nehatin vekirin.
Binpêkirina demokrasî û prensîba cudabûna desthilatan
Di raporê de bal hat kişandin ser wê yekê ku Madeya 47an a destûrê desthilatên yasadanîn, cîbicîkar û dadweriyê ji hev cuda dike û cih hat dayîn van binpêkirinan:
Siyasîbûna dadweriyê: Biryarên li dijî destûrê hatin dayîn ku tê wateya destwerdana di kar û barên yasadanîn û cîbicîkariyê de.
Destwerdana desthilata cîbicîkar di karê parlamentoyê de (Madeya 61ê): Birêvebirên giştî û tayînkirinên bi pileya taybet bêyî erêkirina parlamentoyê hatin kirin. Mercên destûrî yên ragihandina rewşa awarte hatin paşguhkirin.
Yekkesî di Encumena Wezîran de (Madeyên 80 û 85an): Desthilatên Encumena Wezîran ji aliyê Serokwezîrê Îraqê û ofîsa wî ve hatin bêbandorkirin.
Rakirina xweseriya saziyên serbixwe (Madeya 135an): Bi biryara hejmar 88 a sala 2011an a Dadgeha Federal, Komîsyona Têkoşîna li Dijî Gendeliyê, Banka Navendî, Dîwana Çavdêriya Darayî û Komîsyona Hilbijartinan rasterast bi Serokwezîrê Îraqê ve hatin girêdan.
Dûrketina ji bi cih anîna Madeya 140î
Di raporê de hat bibîrxistin ku li gorî Madeya 140î ya destûrê ji bo rakirina şopên guhertina demografîk a li Kerkûkê û deverên nakok, diviyabû heta 31ê Kanûna Pêşîn a 2007an qonaxên asayîkirin, serjimêrî û referandûmê bihatana temamkirin.
Hat tekezkirin ku tevî derbasbûna 20 salan ti gaveke berbiçav nehatiye avêtin û pêvajoya guhertina demografîk jî berdewam dike.
Siyaseta darayî ya neheq û Yasaya Budceyê ya 2023-2025an
Di raporê de hat diyarkirin ku hikûmeta federal bi birîna budce û meaşan gelê Kurdistanê tûşî cezakirina bikom dike û binpêkirinên di Yasaya Budceyê ya sê salî ya hejmar 13an de wiha hatin rêzkirin:
Bi derbaskirina yasaya budceyê bêyî razîbûna pêkhateyan Madeya 47an hat binpêkirin.
Bêyî garantîkirina para Herêma Kurdistanê û mafên şirketên petrolê, bi neçarkirina radestkirina petrolê (Madeya 2/1/5/c) madeyên 14, 112 û 121ê yên destûrê hatin binpêkirin.
Piştî derxistina xerciyên serweriyê bi hinceta “xerciya rastîn” (Madeya 11/2yan) para Herêma Kurdistanê daxistin bin ji sedî 5î.
Bi danîna pêşmercan ji bo şandina meaşan, paşguhkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û mixetabgirtina yekalî ya parêzgehan (Madeyên 12 û 13an) Madeya 115an a destûrê hat binpêkirin.
Astengkirina hevpariya di petrol û gazê de û zindîkirina yasayên rejîma berê
Hat diyarkirin ku her çend madeyên 111 û 112an ên destûrê birêvebirina petrol û gazê wekî qada desthilata hevpar pênase dikin jî Bexdayê derxistina Yasaya Federal a Petrol û Gazê asteng kiriye.
Her wiha hat bibîrxistin ku Dadgeha Federal 15ê Sibata 2022yan Yasaya Petrol û Gazê ya hejmar 22 a sala 2007an a Herêma Kurdistanê betal kir û qeyran kûrtir kir. Di vê çarçoveyê de bal hat kişandin ser van xalan:
Tevî ku di Madeya 110an a destûrê de cih nagire jî dosyeya petrolê xistine bin desthilata yekalî ya hikûmeta federal.
Ji bo paşvekişîna ji hevpariya dahatê, têgehên “qadên heyî” û “qadên paşerojê” tevlîhev hatin kirin.
Li dijî Madeya 13an a destûrê, li ser bingeha Madeya 130î, Yasaya Wezareta Petrolê ya hejmar 101 a sala 1976an û Yasaya Parastina Hîdrokarbonan a hejmar 84 a sala 1985an ên rejîma berê ji nû ve hatin aktîvkirin.
Astengkirina derxistina 14 yasayên federal
Di raporê de hat tomarkirin ku dema Bexda yasayên yekalî bi lez derdixe, zêdetirî 14 yasayên bingehîn ên ku ferza destûrî ne hilawîstî dihêle û ew yasayên ku nehatine derxistin wiha hatin rêzkirin:
Yasaya ala, nîşan û sirûda niştimanî (Madeya 12an): Berdewamkirina sembolên rejîma berê û nîşannedana pirrengiya pêkhateyan.
Yasaya welatîbûnê (Madeya 18an): Neçareserkirina mafê welatîbûnê yê bi hezaran kesan.
Yasayên penaberî, kar, sendîka û azadiya geştê (Madeyên 21, 22 û 24an): Nebûna garantiyên yasayî yên ji bo mafên aborî û civakî.
Yasaya rewşa awarte û şerî (Madeya 61/9an): Ragihandin û dirêjkirina rewşa awarte ya bêyî çavdêriya parlamentoyê.
Yasayên Encumena Federal û Dadgeha Bilind a Federal (Madeyên 65 û 92yan): Têkçûna hevsengiya di navbera desthilatan de.
Yasayên ewlehî, saziyên îstîxbaratê û wezaretan (Madeyên 84 û 86an): Nebûna çavdêriya parlamentoyê ya li ser saziyên ewlehiyê.
Yasaya tasfiyekirina tohmetên Encumena Serkirdayetiya Şoreşê (rejîma berê) (Madeya 93/1ê): Astengkirina qerebûkirina mexdûran.
Yasayên petrol û gazê, şûnwarên dîrokî û birêvebirina gumrikê (Madeyên 112, 113 û 114an): Yekdestkirina çavkaniyên xwezayî û nebûna zelaliyê.
Yasayên radestkirina desthilatê û statuya paytextê (Madeyên 123 û 124an): Nediyariya di belavkirina desthilatên îdarî û darayî de.
“Tekane çareserî vegera li destûrê ye”
Di beşa encamê ya raporê de hat tekezkirin ku qeyrana di navbera Hewlêr û Bexdayê de ne tenê nakokiyeke teknîkî yan darayî ye, qeyrana nebicihanîna wê destûrê ye ku gelê Îraqê sala 2005an pejirandiye.
Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku vegera li destûrê û bicihanîna hevpariya rastîn tekane rêya parastina aramiya siyasî û aborî ya Îraq û Herêma Kurdistanê ye.



