Hewlêr (Rûdaw) - Şaxa Şirnexê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) pêngavên hikûmeta navendî ya Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kirin.
OHDyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, "Em destwerdanên li ser maf û statuya Herêma Kurdistanê şermezar dikin û em li cem gelê Herêma Kurdistanê ne."
Şaxa Şirnexê ya OHDyê li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî li ser biryarên vê dawiyê yên Bexdayê yên li dijî Herêma Kurdistanê ev daxuyanî belav kir.
“Em bi dilgiranî dişopînin”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêngavên vê dawiyê yên dewleta Îraqê bi armanca sînordarkirina desthilatên Herêma Kurdistanê û zexta siyasî ne.
OHDyê li ser van pêngavan wiha got:
"Em van gavên sînordarkirinê yên yekalî û navendparêz bi awayekî baldar û bi dilgiranî dişopînin.
Wekî saziyeke parêzvana serweriya hiqûqê ku mafê diyarkirina çarenivîsê û xwebirêvebirinê diparêze, em her pêngaveke sînordarkirinê ya li dijî aştî, aramî û jiyana demokratîk a gelê Kurd red dikin.
Girtin an jî destdanîna ser deriyên sînorî, kêmkirina çavkaniyên aborî û tengkirina statuya heyî, hem bandorê li jiyana rojane û aboriya gelê Kurd û gelên herêmê, hem jî bandorê li ewlehiya navçeyê dikin."
“Em kêmkirina destkeftên Herêma Kurdistanê şermezar dikin”
OHDyê di beşeke din a daxuyaniyê de helwesta xwe wiha nîşan da:
"Em hiqûqnasên Kurd ên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya Şirnexê li dijî her êrişa li ser maf û statuya gelê Kurd û gelên herêmê sekna xwe ya hiqûqî û demokratîk eşkere dikin.
Em hemû hewldanên li ser kêmkirina destkeftên Herêma Kurdistanê, îradeya gel û sînordarkirina destkeftên aborî û îdarî şermezar dikin."
“Bexda divê ji gavên nehiqûqî vegere”
Hiqûqnasên parêzgeha Şirnexê bangî berpirsên Bexdayê kir ku demildest ji gavên nehiqûqî û nedestûrî vegerin.
Wan di dawiya daxuyaniyê de got:
"Divê pirsgirêk bi rêya diyalogê û rêzdariya dualî, bi mekanîzmayên demokratîk ên li gorî hiqûqê û îradeya gel bên çareserkirin.
Em bi eşkereyî dibêjin ku em li cem gelê Herêma Kurdistanê ne."




