Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan bangî birêvebiriya Îraqê kir û got ku divê statuya destûrî ya Kurdan neyê lawazkirin.
Bakirhan got, “Kurdan ew der bi têkoşîn û keda xwe standiye. Divê dewleta Îraqê bi statuya Kurdan nelîze.”
Bakirhan beşdarî Kongreya Asayî ya 2yan a Rêxistina Bajêr a Qersê ya partiya xwe bû.
Bakirhan di kongreyê de ji pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Tirkiyeyê heta aborî, pirsgirêkên demokrasî û hiqûqê û statuya Kurdan a li Îraqê li ser gelek mijaran axivî.
Bakirhan bal kişand ser pêkhateya Qersê ku nasname û baweriyên cuda tê de bi hev re dijîn û diyar kir ku bajar dikare ji bo Tirkiyeyê di warê demokrasî û çanda bihevrejiyanê de bibe mînak.
Bakirhan da zanîn ku îdiaya wan a birêvebirina Tirkiyeyê heye û got ku eger bên ser desthilatê ew dê prensîbên birêvebiriya demokratîk, edalet û wekheviyê esas bigirin.
Bakirhan wiha axivî:
“Di birêvebiriya me de dê ti kes bi tirsa ku saet 04:00ê sibehê li deriyê wî bê xistin û bê desteserkirin nejî.
Di birêvebiriya me de dê îradeyên hilbijartî neyên avêtin girtîgehê. Eger gel hilbijartibe dê gel bibe, li şûna wan qeyûm nayên tayînkirin.
Dê jin neyên kuştin. Ciwan dê li ser rêyên Ewropa, Kanada û Amerîkayê di çem û deryayan de nefetisin çimkî dê li cihê ku lê ji dayîk bûne têr bibin. Dê dizî û gendelî tune be.”
“Ev pêvajo ji bo me hemûyan derfeteke vekirina rûpeleke nû ye”
Bakirhan diyar kir ku pêvajoya aştî û çareseriyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên hiqûq, demokrasî û aboriyê yên li Tirkiyeyê derfeteke girîng e û divê sûd ji vê pêvajoyê bê wergirtin.
Bakirhan bal kişand ser biryara xwehilweşandin û danîna çekan a PKKyê, diyar kir ku gava Abdullah Ocalan girîng e û got:
“Li welatên ku pêvajoyên şer û pevçûnan dijîn ti kes berê partiya xwe hilnaweşîne û çekan danayne.
Ev derfeteke çi qasî xweş e. Werin em vê derfetê bi kar bînin.
Em bi rêya wê bigihîjin demokrasî, hiqûq û edaleta xwe.
Em birçîbûn û hejariyê ji holê rakin. Ev pêvajo ji bo me hemûyan derfeteke avakirina çîrokeke nû û vekirina rûpeleke nû ye.”
Bakirhan bangî partiyên desthilat û mixalefetê jî kir û tekezî li ser wê yekê kir ku nabe pêvajo bibe amûreke rikaberiya siyasî.
Bakirhan got,
“Ev pêvajo ne tenê ji bo maf û hiqûqa Kurdan e. Ji bo ku 86 milyon kes bi wekhevî û biratî bi hev re bijîn derfeteke mezin e” û diyar kir ku divê hemû partiyên siyasî xwedî li pêvajoyê derkevin.
“Tiştê ku Qersiyan herî zêde jê re li çepikan daye aştî ye lê di burokrasiyê de hewaya aştiyê nîne”
Bakirhan parast ku tevî bipêşketina pêvajoyê jî hinek kiryarên burokratîk neguherîne û bertek nîşanî berdewambûna qeyûman û girtîmayîna hinek siyasetmedaran da.
Bakirhan bal kişand ser girtîmayîna Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven û Ayşe Gokkanê û got ku divê birêvebirên hilbijartî yên şaredariyên ku qeyûm li ser wan hatine danîn vegerin ser karên xwe.
Bakirhan xwest ku Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk vegere ser karê xwe û îdia kir ku birêvebiriyên qeyûman şaredarî baş îdare nekirine.
Bakirhan wiha got:
“Ev pêvajoya aştiyê di ber deriyê me re derbas bû. Tiştê ku Qersiyan herî zêde jê re li çepikan daye aştî ye û mijara bidawîhatina şer û tundiyê ye.
Lê hîn jî di hinek aliyên burokrasiyê de ev hewaya aştiyê tune. Hîn jî qeyûm li cihê xwe ne. Dema Ahmet Turk hîn sax e bihêlin bila biçe ser karê xwe. Hûn li benda çi ne?”
Banga li Serokê Parlamentoyê ya ji bo Komîteya Şopandinê
Bakirhan got ku ji bo bipêşketina pêvajoya çareseriyê divê li parlamentoyê Komîteya Şopandinê were avakirin û rapora piştrastkirin û tesbîtkirinê ya li ser pêvajoyê bê eşkerekirin.
Bakirhan bangî Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê kir û diyar kir ku divê komîte hemû partiyên siyasî li xwe bigire. Bakirhan bangî Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî kir û xwest ku CHP endaman bide komîteyê.
Bakirhan da zanîn ku divê yasaya çarçoveyî ya li ser pêvajoyê jî bikeve warê cîbicîkirinê.
“Tirkiyeyê di pêvajoya şer û tundiyê de 3 trîlyon dolar winda kir”
Bakirhan parast ku Tirkiyeyê ji ber rewşa şer û tundiyê zererên mezin ên aborî dîtine û got ku ev çavkanî dikarin ji bo bipêşxistina herêmî, xweşguzeraniya teqawidan û pêdiviyên civakî bên bikaranîn.
Bakirhan wiha axivî:
“Tirkiyeyê di pêvajoya şer û tundiyê de 3 trîlyon dolar winda kir.
Werin em 3 trîlyon dolarî ji bo bipêşxistina Qersê, vekirina deriyê sînorî yê Bazîdê û ji bo ku 16 milyon teqawid bi awayekî mirovane bijîn xerc bikin. Em ji bo bipêşxistina herêmên ku paş de hatine hiştin bi kar bînin.”
Bakirhan diyar kir ku serkeftina pêvajoya aştiyê ji bo bicihbûna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê jî pêwîst e.
Banga li birêvebiriya Îraqê: “Bi statuya Kurdan nelîzin”
Bakirhan di beşa dawî ya axaftina xwe de behsa pêşhatên li Rojhilata Navîn û rewşa Kurdan a li Îraqê kir û daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li ser Kurdan rexne kirin.
Bakirhan got ku nabe Kurd wekî hêzekê bên dîtin ku di siyasetên herêmî yên welatên din de bên bikaranîn û bang kir ku rêz li statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê ya li Îraqê bê girtin.
Bakirhan bi bîr anî ku li Îraqê statuyeke federal a Kurdan heye û diyar kir ku ev statu di encama têkoşîn û kedê de hatiye bidestxistin.
Bakirhan wiha axivî:
“Birêvebiriya Îraqê dixwaze statuya Kurdan a li wir kêm û lawaz bike. Ev ne tiştekî rast e.
Kurd li wir bûne xwediyê statuya federalîzmê û heta îro jî baş bi rê ve dibin.
Tiştê ku dikeve ser milê Îraqê ne ew e ku bikeve ber bayê Trump û xizmetê ji wan siyasetan re bike ku Kurdan û gelên din ên li wir bîne rû bi rûyê hev.
Berevajî wê, divê rêzê li statuya Kurdan a ku di destûrê de hatiye diyarkirin bigire.”
Bakirhan diyar kir ku divê li Îraqê birêvebiriyeke xurt û aram bi Kurdan re di nav aştiyê de bijî û banga yekîtiyê li aliyên siyasî yên Kurdan jî kir.
Bakirhan banga xwe ya li birêvebiriya Îraqê bi van gotinan ducare kir:
“Banga min a ji bo dewleta Îraqê ev e: Bi statuya Kurdan nelîzin. Kurdan ew der bi têkoşîn û keda xwe stand.
Divê dewleta Îraqê demildest dev ji van nêzîkatiyên ku zererê didin zemîna bihevrejiyanê berde.
Li şûna şer û pevçûna bi Kurdan re, divê pirsgirêkan bi rêya diyalog û dan û standinê û li gorî statuya di destûrê de çareser bike.”
“DEM Partî nutqan naxwîne, tiştê ku bawer dike dibêje”
Bakirhan di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku armanca DEM Partiyê demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û got ku divê nasname û baweriyên cuda di şert û mercên wekhev de bijîn.
Bakirhan ji çanda bihevrejiyanê ya Qersê mînak dan û tekez kir ku divê partî xwe bigihîne hemû beşên civakê.
Bakirhan got, “Armanca me ew e ku em vê komarê demokratîk bikin. Bila Kurd, Elewî, Azerî, Terekeme, Caferî û hemû rengên ku li Tirkiyeyê dijîn bi awayekî wekhev û azad li ser zemîneke demokratîk bijîn.
Erkê li ser milê me hemûyan ew e ku em partiya xwe li her dera ku gel lê ye birêxistin bikin û îrade û rengên gel li Tirkiyeyê bibin ser birêvebiriyê.”



