Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina GIZê ya Almanyayê îro li Pêşangeha Navneteweyî ya Hewlêrê çalakiya bi navê "Çwarriyan" li dar xist.
Di çalakiyê de berhemên zêdetirî 40 kesên ku ji rêxistinê piştgiriya darayî û perwerdeyê wergirtine tên pêşkêşkirin da ku bibin xwediyên kar û projeyên xwe.
Li gorî bernameya çalakiyê, ji saet 09:30î heta 12:00an nûnerên hikûmetê, sektora taybet, şandeyên dîplomatîk û şirketên sektora taybet beşdar dibin û çend axaftin tên kirin.
Ji saet 12:00an heta 19:00an jî pêşangeh ji bo gel vekirî ye.
Beşdar kî ne?
Birêvebira Projeya Perspektîfên Kar ji bo Beşdariya Civakî û Aborî ya Penaber, Koçber û Civakên Mazûvan li Îraqê (EPSI) ya GIZê Luigina Blaich bû mêvana bultena Nûrojê ya Rûdawê ku Nalîn Hesen pêşkêş dike.
Blaichê diyar kir ku beşdar li ser bingeha nirxandina şirketan hatine hilbijartin.
Wê da zanîn ku piraniya beşdaran ji Herêma Kurdistanê ne û demeke dirêj e li wir dijîn, heta yên koçber jî.
Blaichê eşkere kir ku beşdarên ji Nînowayê jî hene lê ji ber ku hin kes carinan tên û carinan nayên, nikare hejmara rast diyar bike.
Wê her wiha ragihand ku kesên xwedî pêdiviyên taybet jî di nava beşdaran de ne û got:
"Em ne tenê dinêrin ka ew ji kû hatine yan xwedî pêdiviyên taybet in, em li şiyan û ramanên wan dinêrin ku dikarin ji bo bipêşxistina aboriya civakî ya herêmê bibin alîkar."
Çîroka jineke ji kampê
Blaichê çîrokeke ku ew gelekî kêfxweş kiriye vegot û behsa jinekê kir ku gelek salan di kampeke penaberan de jiyaye.
Di bernameyeke GIZê ya li kampê de, wê jinê û çend keçên din xwarinên Sûriyeyê û terîfeyên cuda pêşkêş kirine.
Blaichê da zanîn ku di bernameyên wan de armanc ew e ku herî kêm ji sedî 15ê beşdaran jin bin û hin ji wan jî kesên xwedî pêdiviyên taybet bin û got:
"Niha beşeke mezin ji beşdaran jin in lê divê em bizanibin ku mêr jî xwediyên heman mafî ne."
Blaich li ser berdewamiya karên xwe jî wiha axivî:
"Em wekî GIZê naxwazin tenê di demeke diyarkirî de projeyeke me hebe. Ev kar tenê ji bo carekê nayê kirin, berdewam dibe û bi çalakiyên din tê berfirehkirin."
Wê diyar kir ku piştî her perwerde û çalakiyê lêkolîn tên kirin û bi vî awayî bi hezaran derfetên kar hatine afirandin.
Blaichê her wiha got ku GIZ ji aliyê hikûmeta Almanyayê ve tê fînansekirin.
GIZ ji sala 2014an ve li Îraq û Herêma Kurdistanê çalak e
GIZ li Îraq û Herêma Kurdistanê çalak e û xebata wê piştî sala 2014an ji bo avakirina aştiyê û piştgiriya koçber û penaberan berfireh bûye.
Li gorî belgeya agahiyan a GIZê ya sala 2025an, projeya EPSIyê ya ku Blaich bi rê ve dibe û ji aliyê Wezareta Hevkariya Aborî û Bipêşketinê ya Almanyayê (BMZ) ve hatiye raspartin, li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Helebce, Neynewa û Enbarê derfetên kar û karsaziyê ji penaber, koçber û civakên mazûvan re diafirîne.
Heta wê demê 811 xwedîkaran alîkariya darayî (grant) wergirtibû û hatibû plankirin ku hezar û 400 karsaziyên biçûk û navîn piştgiriyê werbigirin.



