Li Tirkiyê di wan salên dawiyê de ji ber germbûna hewayê gelek bûyerên agirpêketinê li daristanan çêdibin û bi hezaran donim daristan di wan şewatan de ji nav çûne.
Herî dawî îro li parêzgeha Edenê ya Tirkiyê agir bi daristanekê ket, lê di nava çend demjimêran de bi hewldaneke mezin a tîmên agirvemirandinê agir hat kontrolkirin. Di vemirandina agir de balafir û helîkopterên avrêj jî beşdar bûn.
Hikûmeta Tirkiyê ji bo bûyerên şewatên li daristanan, di bûdceya sala 2022an de nêzî 570 milyon dolar terxan kiriye, herwiha pênc hezar karmend û pasevan jî ji bo kar hatine wergirtin.
Di sala 2022an de çendîn bûyerên şewata daristanan li parêzgehên Antalya, Çanakkale, Manîsa, Hatay, Mugla û Izmîr û Edenê çêbûne ku di wan şewatan de 5,415 hektar daristan şewitîne.
Herwiha di wan bûyerên şewatên daristanan de 59 kes jî birîndar bûne.
Di sala 2021an de jî li 53 parêzgehan agir bi 299 daristanan ketibû û 178 hezar hektar daristan şewitîbûn.
Di bûyerên şewatên daristanan ên sala 2021 de 8 kesan canê xwe ji dest dabûn û 1,510 kes jî birîndar bûbûn.


