Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan roja Pêncşemê 5ê Tebaxa 2022ê serdana Rûsyayê dike û ligel Serokê wî welatî Vladîmîr Putîn dicive.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Serokkomariya Tirkiye ve hatiye belav kirin, Serokkomarê wî welatî Recep Tayîp Erdogan, 5ê Tebaxa 2022ê dê bo demê rojekê serdana bajarê Soçî yê Rûsyayê bike.
Tê çaverêkirin ku Erdogan li wir ligel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn bicive û pêşhatên dawî yên li navçeyê û şerê Rûsya û Ukraynayê gotûbêj bikin.
Li gor medya Tirkiye serokên herdû welatan dê derbarê korîdora xorakê ya bo veguhastina genim û dexlûdanê Ukraynayê bi rêya Deryaya Reş, jî gotûbêjan bikin.
Ev civîn di demekê de ye Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan heftiya borî ligel Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn li Tehrana paytexta Îranê civînek sê alî pêkanîbû û serokên wan welatan piştî civînê glopa kesk bo operasyona Tirkiye ya li ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di jêr desthilata HSDê de pênexistibûn. Erdogan piştî civînê jî di daxuyaniyên xwe de tekezî li wê operasyonê kiribû. Tê çaverêkirin ku di civîna bê de jî ew operasyon yek ji mijarên gotûbêje yên di navbera Putîn û Erdogan de be .



